Kongreyên Meclisên Kurd ên Ewropayê pêk hatin
Kongreyên Meclisên Kurd ên Ewropayê pêk hatin
Kongreyên Meclisên Kurd ên Ewropayê pêk hatin
Li bajarê Aarau û Zurîh a Swîsreyê û li bajarê li Bîelefeld û Manneheîm, kongreyên meclisên kurd pêk hatin û li Belçîkaê jî li bajarê Genk, kongreya komeleya kurd pêk hat.
Li bajarê Mannheîm a Almanyayê duh kongreya Meclisa Gel pêk hat. Kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, deleqeyan destpêkê, di mijara rewşa siyasî ya Kurdistan, Tirkiyeyê û herêmê de nîqaş kir. ji aliyê rêveberiya meclisê ve rapora faliyetê ya salene hate pêşkêşkirin û ji bo dema pêş jî hilbijartina meclisê hat kirin. di encama hilbijartinê de 65 delegeyan peywir girt û her wiha di çarçoveya xebatan de 9 komîte hatin avakirin.
Li Bîelefeldê li navenda Kurdistanê delegeyên Meclisa Gel hatin cem hev û 5’emîn Kongeya Meclisê pêk anîn. Rapora faliyetê ya ku rêveberiya berê pêşkêş kir, piştî hate nirxandin şûnde ji bo dema pêş endamên meclisê hatin hilbijartin. Di encama hilbijartinan de Meclisa Gel ji 41 kesî pêk hat û di bin bana 9 komîteyan de rêveberiya faliyetê hat biryarkirin.
LI SWÎSREYÊ HEYECANA KONGREYÊ
Li bajarê Zuhrî a Swîsreyê li Komeleya Çanda Kurd 6’emîn Kongreya Meclisa Herêma Zurîh pêk hat.
Nêzî 150 delege tevli bûn û her wiha kongre diyariyê her sê jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez k udi 9’ê Çilede hatin qetilkirin, kirin.
Rapora faliyeta rêveberiya berê hat pêşkêşkirin û piştre derbasî nîqaşan bûn. Ji bo dema nû pêşniyar hatin girtin û di kongreyê de Lamî Karahan û Hasan Sîncar bû hevserokatiyê hatin hilbijartin.
Li bajarê Aarau 6’emîn Kongreya Meclisa Aarau pêk hat. Kongreya bi rêzgirtinê dest pê kir 43 delege tevli bûn. Di kongreyê de komîsyon û berdevkên komîsyonan hatin hilbijartin. Her wiha ji bo hevserokatiyê jî Necmettîn Er û Şahîn Dogan hatin hilbijartin.
LI KOMELEYA GENK KONGRE
Lli bajarê Genk a Belçîkayê jî Komeleya Çandê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de rêveberiya nû hat hilbijartin.
Her wiha li bajarê Hasselt a Belçîkayê jî Komeleya Çanda Kurd a Genkê kongreya xwe pêk anî. 50 delege tevli bûn. Rapora komeleyê hat pêşkêşkirin. Piştre jî rêveberiya komeleyê ya ji 3 jin bi giştî 9 kesan pêk dihat hat hilbijartin.