Li Fransayê bajarê Strasbokurgê, Konseya Ewrupa û Kongreya Rêveberiyên heremî(AKYBYK) 32’emîn car kombûn, di derbarê pêkanînên wek şaredariyên Kurdan desteser kirin,girtina hevşaredaran, girtina sazî û malên xizmetê didin jin û zarokan de raporek bi piraniya denga ve hate qebûl kirin.
Kongereya Rêveberiyên Heremî 6 mehan caran komdibe, di cîvîna îro de li ser mijarê koçberiyê û pirskirika gelek welat û herêma ya demokrasiyê hate nîqaş kirin.
BI BIRANIYA DENGAN VE HATE QEBUL KIRIN
Di civîna Kongereyê ya îro de rapora ku di derbarê girtina Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û tayîn kirina qeyuman de hatibû amedekirin kete deng danê. Rapor ji aliyê endamê Partiya Karkerên Hollandayê(PVDA) Leendert Verbeek û Anders Knape yê muhafazakarê Swîsreyê ve hatibû amadekirin, rapor bi 25 dengê na 125 dengê erê ve hate qebûlkirin.
JI QEYUMA BIGRIN HETA SAZIYÊ XIZMETÊ GELEK XAL DI RAPORÊ DE CIH GIRTIBÛN
Di rapora ku aliyê Verbeek û Knape de hatibû amadekirin de, balkişandibûn ser desteserkirina şaredariyên gel. Cihê hevşaredaran fikarên tayînkirina “Kayumê girêdayê rêveberiya navendê” di raporê de anine ziman, di heman demê de balê dikişîne zirara girtina saziyên DBP yên ku xizmetê ji jin û zaroka re dikirin.
Di pêşnûmê de ji Komîsertiya Mafê Mirovan a AK tê xwestin ku di serdana xwe ya Tirkiyeyê de li hemberê girtiya an jî hevşaredarên erka xwe durhatine xistin hesas tevbigerin.
Di nav pêşniyarê raporê de xwesteka Konseya Ewrupayê(AK) Komîsyona Venedîkê biryayê di derbarê şaredariyan de yên ku AKP girtiyê çiqas qanûnîye divê Komîsyon nêrîna xwe parve bike. Her wiha divê heyetekî uzman li ser girtina saziyên jinan yên ku ji hêla kayuman ve hatiye girtin bisekine.
Di pêşnûmeyê de dîsa ji Komîteya Rawestandina Îşkenceyê(CPT) a AK ê hate xwestin ku divê di derbarê muameleyên derveyî mirovahiyê li ser kesê hilbijêr were lêkolîn kirin.
Herî dawî di pêşnûmê de ji Bîroya Kongreya Reveberiyên Herêman hate xwestin ku li ser rewşa Hevşaredara Dersîmê Nurhayat Altun were sekinandin. Altun beriya ku were girtin di nav delegesyonên ku ji kongreyê hatibû şandin re wek endamê DBP cih digirt.
PÊŞNÛMEYA DELEGASYONA TIRK HATE REDKIRIN, JI BO ASTENGIYÊN KEYFÎ XALEK LÊ HAT ZÊDEKIRIN
Di dema nirxandina raporê de delegasyona Tirkiyeyê hewl da bi guhertina pêşnûmeyan ve hindirê raporê vala bike lê bi piranina dengan ve ev pêşnûme nehatin qebûl kirin.
Her wiha di civînê de ji bo Serra Bucak endamê Meclîsa Şarderiya Mezin ya Amedê, a ku ji bo beşdarê kongreyê bibe bi awayekî keyfî derketina wiya derve hate qedexekirin, ji bo wî jî xalek hate zêdekirin. Li gorî vê xalê kesek ji bo beşdarê kongeryêk bibe û derkeve derve “tu pêwîstî îcazeya saziyek din nake” hate zêdekirin.