‘Konferans dê vîna kurdan derxîne holê’
‘Konferans dê vîna kurdan derxîne holê’
‘Konferans dê vîna kurdan derxîne holê’
Konferansa ku ji bo Kurd bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin û xwedî girîngiyekî stratejîk ya bi rojeva “Li Bakûrê Kurdistanê Statû” dê pêk bê, endamê komisyona amadekar yê 2’mîn konferansê Seydî Firat da diyarkirin ku, konferans dê têkildarî statûya Kurdan beyana vînê derxîne holê. Firat balkişande ser girîngiya dîrokî ya konferansê û got: “Li ser bingehê avakirina pêşerojekê berpirsyartiyek girîng ya konferansê heye.”
2’mîn konferansa ku di aliyê Kurd bixwe çarenûsa xwe diyar bikin xwediyê girîngiyekî stratejîke û bi rojeva “Li Bakûrê Kurdistanê Statû” dê 15-16’ê Hezîranê li Amedê pêk bê. “Konferansa Çareserî û Yeketiya Bakûrê Kurdistanê” ku bi armanca Kurdistaniyên Bakûr statûyekî çawa dixwazin û ji bo daxwazên hevpar bên gel hev, her wiha ji bo avakirina yeketiya netewa kurd û demokratîk jî pêngaveke. Ji bo konferansa Bakûrê Kurdistanê ku dê di derbarê pêşeroja Kurdan de biryarên girîng bêne girtin nêzê 200 delege, 60 akademîsyen û pêşengên civakê, her wiha nûnerên 47 saziyan hatin vexwendin.
Endamê komisyona amadekariya “Konferansa Çareserî û Yeketiya Bakûrê Kurdistanê” ya dê 15-16’ê Hezîranê li Amedê bê li darxistin Seydî Firan bersiva pirsên ANF’ê da.
Firat destnîşan kir ku, konferansa 15-16’ê Hezîranê ya binavê “Konferansa Çareserî û Yeketiya Bakûrê Kurdistanê” tê li darxistin ji konferansekê zêdetir xwediyê girîngiyekê ye. Firat diyar kir ku, konferans di lêgerîna azadiyê de pêngavekî şêmbere û aşkera kir ku, dê 47 sazî, 60 rewşenbîr, pêşengên civakê û siyasetmedarên kevin tevlî bibin.
‘KONFERANSA BAKÛRÊ KURDISTANÊ DI MILÊ DÎROKÎ DE JÎ GIRÎNGE’
“Ev konferans konferansekî ji rêzê nîne. Konferans di aliyê yeketiya Kurdan de, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de girînge. Li Tirkiye û Kurdistanê têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd de gelek konferans hatin kirin. Ev konferans di aliyê nîtelîk û bitaybet jî berpirsyartiya li ser heyî ji konferansên din bi watetir û girîngtire. Ev konferans di aliyê dîrokî de jî girînge. Banga Birêz Ocalan çêbibû ku, li Enqere, Amed, Hewlêr û Ewropayê konferans bên li darxistin. Ev konferans ji bo ji nû ve avakirina siyasetê û ji nû ve dînamîk perspektîfên tekoşîn û çareseriyê pêşkêş bikin, di vî alî de xwedî taybetmendiyekî avakariyê ye. Li ser bingehê avakirina pêşerojekê girîngî û berpirsyartiyekî mezin ya konferansê heye.”
‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA STATÛYÊ YE’
Firat destnîşan kir ku, di nav de partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û rêxistinên baweriyê jî heyî 47 sazî û 60 rewşenbîr, akademîsyoen û pêşengên civakî hatine vexwendin.
Firat diyarkir ku, di komtîteya amadekar ya konferansê de KCD, DDKD, KADEP, OSP, BDP, DOKH, Înîsiyatîfa Azadî, Yeketiya Eweliyên Mezopotamyayê, Wexfa Ermenî, Komeleya Nûbihar, Platforma Vegera Cewher, Federasyona Êzidiyan, Koordînasyona Konferansa Îslamî, Pêkhateya Ciwanan, Dayîkên Aştiyê, Meya-Der û Tuhad-Fed jî cihê xwe digirin. Firat di derbarê xebatên amadekariyê de agahî da û got; “Herkesê hişyarbûna xwe, nêzîkatiya xwe nîşanda û di vê çarçoveyê de me xebatên xwe dan berdewam kirin. Xebatên me kêm mane. Ji ber ku eleqeyek mezin heye em hinekê zehmetiyan dikêşin. Lê belê dê hêjmarek diyar tevlî konferansê bibe, em di vî alî de tengasiyê jiyan dikin. Aştî û yeketî bîrîkirina gelê Kurd ya dîrokiye. Ji bo tevkarî dayîna vê daxwaza dîrokî heyecanê bi mirov re çêdike.”
Firat balkişande ser rojevên konferansê yên “nixandina pêvajoyê, li bakûrê Kurdistanê statû û makezagon, li bakûrê Kurdistanê pirsgirêkên civakî û lêgerîna çareseriyê, li bakûrê Kurdistanê yeketiya netewî û helwesta hevpar” ku her yek ji vana di aliyê çarenûsa gelê Kurd de xwediyê girîngiyekî stratejîkin, Firat destnîşan kir ku, konferans dê di aliyê statûya kurdan de beyana vînê derxîne holê.
Endamê Daîmî yê KCD û endamê komisyona amadekariya “Konferansa Çareserî û Yeketiya Bakûrê Kurdistanê” Seydî Firat diyarkir ku, “Di rastiya xwe de pirsgirêka Kurd pirsgirêkekî statûyê ye.” Firat li ser rojeva konferansê jî wiha got; “Di rastiyê de Kurd çi dixwazin, ev dê di konferansê de bê nîqaşkirin û pir girînge ku di vê xalê de bigehin biryarekê. Çareseriya pirsgirêka Kurd rewşekî têkiliya xwe bi statûyê ve heye. Rewşekî girêdayî bixwe xwe rêvebirina Kurdane. Li gel gelê Tirkiyeyê ev statû çawa dê bê avakirin, nîqaşa li ser vê pirgirînge. Beriya vê gelek pêkhateyên siyasî di aliyê statûyê de dîtinên xwe anîbûn ziman. Yek ji madeyên girîng yên vê konferansê derketina van dîtina ne.”
‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ DÊ TEVKARIYÊ BIDE DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYE YÊ’
Firat pêvajoya ku li Îmraliyê hatiyê destpêkirin û bi pêngavên PKK’ê yên stratejîk pêvajoya “aştiyê” berdewam dike, hinek derdor hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de weke hevdîtinên “Ocalan-MÎT” binav dikin jî nirxandin kir û bilêv kir ku, dixwazin bi van gotinan pêvajoyê têk bibin. Firat wiha axivî: “Tişta li vir tê xwestin bêkirin derbe li hevdîtinan dayîne. Ev nêzîkatî xizmeta çareseriyê nake. Birêz Ocalan di hemû parastinên xwe de perspektîfên polîtîk daniye holê. Û hemû hevdîtinên ku li gel dewleta Tirk hatine kirin di vê çarçoveya polîtîk de têne kirin. Eger di çarçoveya polîtîk de bi argumanên polîtîk nêzî pirsgirêkê bibin wê demê derfetê çareserkirinê dê hebe. Ev kesimên ku bi vî awayî nêzî pirsgirêkê dibin, armanca wan neçareserkirina pirsgirêkê ye.”
“Birêz Ocalan hewil dide hemû dînamîkan tevlî pêvajoyê bike, îradeyekî hevpar çêbibe, nêzîkatiya Birêz Ocalan eve. Armanca konferansa me jî eve. Ne tenê çerçeveyekî tenê bi wî ve sinordare. Birêz Ocalan di serî de ji bo çareserkirina pirsgirêkê bang li dînamîkên sereke kiriye û vexwendine. Nêzîkatî eve. Yanî çareserkirina pirsgirêkê çi deman ji van dînamîkan re nehatiye girtin, ev pir girînge. Her kes bi awayekî têkiliya wî bi vê pirsgirêkê re heye. Tevgera Kurd pêvajoyê li tu kesê nagire. Berevajiyê wê ji bo tevlî pêvajoyê bibin bang dike. Helwesta herî bi exlaq û encamgir jî eve. Dibe ku hinek hêz hebin hewil bide van dînamîkan belav bike, têkiliya bi pêvajoyê re heyî paş de bibe, dibe ku hinek kesim xwe paşde bidin, lê belê ev rêbaz neyên çareserkirina pirsgirêkê ne. Eger yê ku fikrek wî hebe fêdeyê bide çareserkirina vê pirsgirêkê, zemînê çareserkirinê ev dere. Di vê çarçoveyê de di asta herî baş de bi awayek koordîneyî avakirina vê hem dê tevkariyê bide demokratîkbûna Tirkiyeyê, hem jî dê tevkariyê bide çareserkirina pirsgirêk Kurd û çareserkirina pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê. Ji bo konferans bigeha armanca xwe pêwîste rast were fêm kirin.”
Firat da diyarkirin ku, kesên dixwazin pirsgirêk çareser bibe dê bê eleqe nemînin, yên ku dixwazin tevkariyê bidin çareserkirina pirsgirêkê jî dê di çarçoveya vê berpirsyartiyê de tevger bikin.