KON-KURD’ê banga xwedîderketina li berxwedana Gezî kir
KON-KURD’ê banga xwedîderketina li berxwedana Gezî kir
KON-KURD’ê banga xwedîderketina li berxwedana Gezî kir
Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewrûpayê (KON-KURD) berxwedana li Parqa Gezî ya Stenbolê destpê kir û di hefteya duyemîn de li gelemperiya Tirkiyê deng veda, silav kir û bang li Kurdên li Ewrûpayê kir, bu awayekî çalak beşdarî çalakiyên piştgirîdayîna berxwedanê bibin.
Di daxuyaniya nivîskî ya li ser mijarê de hat bibîr xistin, ku di serî de gelê Kurd li ser hemû etnîk û baweriyan zexteke giran di salên dawî de tê meşandin û hat destnîşankirin, ku ev nerazîbûna bi Parqa Gezî destpê kir û li gelemperiay welêt belav bû, encama hêrsa li dijî kiryarên antî demokratîk û nerazîbûna zexta ji 12'ê Îlonê û vir tê meşandine.
Di daxuyaniya KON-KURD'ê de hat ragihandin, ku bi vê berxwedanê re têgihiştina heta niha digot, "Ji vî gelî tiştek dernakeve" hilweşiyaye.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin; "Piştî gelê Kurd êdî gelên Tirkiyê jî dîtiye ku TOMA, bombeyên gazê, ço û hemû zordariya dewletê, li hemberî berxwedan û raperîna gel bi kêrî tiştekî nayên. Ev bêbandor hiştina zordariya dewletê berî niha li Roboskî, berî wê li Newrozan li berxwedanên Amedê û li ber Îmraliyê hatibû dîtin."
"REWŞA BÊÇALAKIYAN, PÊVAJOYA DEMOKRASIYÊ XURTIR KIR"
Di daxuyaniya KON-KURD'ê de bal hat kişandin ser girîngiya van çalakiyan ji bo pêşeroja wekhev, azad û yekitiya demokratîk a navbera gelên Kurdistan û Tirkiyê de û hat destnîşankirin, ku rewşa bêçalakiyan a bi taybetî ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat afirandin, têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyê xurtir kiriye. Di daxuyaniyê de hat bibîr xist, ku hêzên dewletê yên bi salan Tirkiye bi rêve birin, xwe sipartine şerê tinekirin û înkarkirina li Kurdistanê, lewma demokrasî, edalet, mafên mirovan, azadî û aborî danînealiyekî û daxwazên mafdar ên civakê bi van sedeman ji nedîtî ve hatine. KON-KURD'ê diyar kir, ku ewlehiya aştî û çareseriya li Kurdistanê, demokrasiyeke wekhev û azadîperest a li Tirkiyê ye.
KON-KURD'ê ji bo pêşvebirina pêvajoya çareserî û aştiya demokratîk, bang li hemû gelên li Tirkiyê kir ku li dijî zext û kriyarên antî demokratîk, ji her demê bêtir bi hev re têbikoşin. Di daxuyaniya daxuyaniy xwe de KON-KURD'ê bang li gelê Kurd ê li Ewrûpayê dijîn kir ku bi awayekî aktîv beşdarî çalakiyên ji bo piştgirîdayîna berxwedana li Tirkiyê bibin.