Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê: Li girtîgehan êşkence didome

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'ê ya Stenbolê, rapora Girtîgehên Herêma Marmara ya 3 mehan naşkere kir. Komîsyonê destnîşan kir ku li girtîgehan li dijî girtiyan êşkence, lêgerina tazî zêde dibe

 Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, rapora binpêkirina mafan a li Girtîgehên Herêma Marmara ya mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê di raporê de anî ziman ku her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û girtî bi awayekî fîzîkî û derûnî bi êşkenceyê re rû bi rû dimînin. Komîsyonê destnîşan kir ku girtî dîsa bi lêgerînatazî re rû bi rû dimîn u ev kirin  her ku diçe zêde dibe. 

Komîsyonê da zanîn ku wan li Girtîgehên Tîpa F a Edirne, Girtîgehên Hêjmar 1 û 2  yên Tekîrdag, Girtîgehên Tîpa T a Hêjmar 1-2 yên Tekirdag, Girtîgeha Tipa L a Hêjmar 5 a Sîlîvrî, Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoy, Girtîgeha Tîpa R a Metrîs, Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Maltepe, Girtîgeha Jinan a Gebze, Girtîgehên Tîpa F a Hêjmar 1-2 ên Kandira, Girtîgeha Tîpa D a Duzce û Girtîgeha Tîpa F a Boluyê bi girtiyan re rû bi rû hevdîtin kirine û li gorî wê ropor amade kirine. Komîsyonê di raporê de anî ziman ku girtiyan destnîşan kirine ku girtî li dijî daxwazên wan sirgûnî girtîgehên din tên kirin. Girtiyan anîn ziman ku dema sewq dikin êşkence li wan tê kirin. 

Komîsyonê di raparê de bal kiyand ser van îhlalên mafan: 
 
“* Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Tekirdagê girtî li dijî daxwaza wan tên sewk kirin. Girtî Yasin Eneç di ketina girtîgehê de bi lêgerîna tazî re rû bi rû maye. Lê ji ber Eneç lêgerîn qebûl nekiriye îşkence li wî kirine û der barê wî de lêpirsîn dane destpêkirin. 
 
* Girtî Tarik Kar ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bêyi daxwaza wî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kandiraye kirine. Kar di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li wî kirine. Kar ji ber lêgerîn qebûl nekiriye gardiyanan êşkence li wî kirine. 
 
* Li Girtîgeha Jinan a Gebze ji ber kawîşa karantînayê tune, hucre kirine hucreya karantînayê. Li hucreyê şibake tune û hewa nastîne. Girtî rojê saetekê dikarin hewa paqij bistînin. 
 
* Li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtî di pêvajoya şewbê de rojê saetekê dikarin hewa bistînin.
 
TECRÎD GIRAN KIRIN

Komîsyonê di raporê de ani ziman ku şertên tecrîdê bêtir giran bûne û wiha lê zêde kir: "Li girtîgehan tecrîd her ku diçe girantir dibe. Gelek girtî di hucreyên biçûk de tên girtin. Girtî di aliyê fîzîkî û derûnî de pirsgirêkan dijîn. Tecrîd bandorê li ser ruh û bedena girtiyan dike û ev yek bandorê li ser tenduristiya wan dike. Ev yek li dijî hiqûqê qe. Rûmeta mirovan tê şikandin. Di pêvajoya pandemiyê têkiliyên girtiyan hem bi girtiyên li hundir û hem jî bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. 

BINPÊKIRINÊN MAFAN 

Di raporê de hat destnîşankirin ku qada hevpar, mafê sohbetê, xwegihandina tenduristiyê û gelek mijarên din di astek cidî de hatine astengkirin û binpêkirinên girtî pê re rûbirû mane wiha ne: 
 
“* Ji meha adarê û vir ve gelek faaliyet û mafên girtiyan hatine astengkirin.
 
* Li girtîgehên Bolû, Duzce, Kandira, Gebze, Tekîrdag û Edîrneyê mehê carek destûr tê dayîn derkevin sporê. 
 
* Li girtîgehan tengezariya mafê xwegihandina tenduristiyê li ser hev didome. Girtîgeh ji bo tenduristiya girtiyan xeternakek mezin e. Girtî bi pirsgirêkên mezin ên tenduristiyê re rûbirû mane. 
 
* Girtiyan dernaxin revîrê, nayên muayenekirin û nabin nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê jî tenduristiya girtiyan di bin xetereyên mezin de ye. 
 
* Li Girtîgeha Maltepe sewqa girtiyan ji bo nexweşxaneyan nayê kirin û dermanên girtiyan birêkûpêk nadin wan. Kêmasî di derman dayînê de heye. Girtiyan dernaxin revîrê. 
 
* Li Girtîgeha Sîlîvriyê bi hêceta ku bijîşk nîne daxwaza girtiyan bo revîrê tê redkirin. 
 
* Li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan daxwaza testkirina koronayê ya girtiyan tê redkirin. Girtiyên rewşa wan giran Fatma Tokmak, Jiyan Erdînç, Hazîna Avci, Felek Gun, Şîvekar Acar û Sureyya Bûlût bi xetereya koronayê re rûbirû ne û daxwazên wan ên ji bo li nexweşxaneyê werin dermankirin tên redkirin. 

DAXWAZÊN GIRTIYAN PÊŞWAZÎ NAKIN 

Di rapora ku qala çalakiya greva birçîbûnê jî kir de cih da van gotinan: 
 
"*Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê têra girtiyên ku ketine çalakiya greva birçîbûnê şekir nadin wan, der barê wan de lêpirsînên dîsîplînê dane destpêkirin û ceza dane wan.
 
* Rayedarên Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Maltepeyê cezayê dîsîplînê da girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de.
 
* Daxwazên girtiyên Girtîgeha Jin a Bakirkoyê yên şekir bi hinceta li qantînê tune nadin wan." 

ENCAM: TECRÎDÊ RAKIN

Komîsyonê di beşa encama raporê de jî diyar kir ku bi hinceta şewba vîrûsa koronayê mafên mirovan ên bingehîn tên binpêkirin û tecrîd giran kirine. Ji bo ku zêdetir mafê jiyanê yê girtiyan neyê binpêkirin divê tecrîdkirina Ocalan û îhlalên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin.