Komeleya cîhadîst hate girtin, gelo wê çi bi nijadperestên Tirk bê?

Li Fransayê, piştî ku mamosteyê dîrokê Samûel Paty bi hovane hate kuştin, komeleya Baraka Cîty a alîgirê Erdogan hate girtin. Rêveberê komeleyê Sîhamedî ku xwedî li dagirkirina Efrînê derdiket, ji Erdogan daxwaza penaberiyê kir.

Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin ragihand, ku BarakaCity a bi navê komeleya mirovî ava bû, hatiye betalkirin. Darmanin roja 19'ê Cotmehê diyar kiribû ku nêta wan heye bi giştî 51 avaniyên komeleyî betal bikin. Ya destpêkê hate betalkirin BarakaCity bû.

Komeleya ku bi biryarnameyê hate girtin, bi "Têkiliya di bin sîwana îslamiya tundrew" û "peydakirina hincetan ji bo çalakiyên terorîst" dihate sûcdarkirin.

Piştî daxuyaniya betalkirinê, serokê komeleyê Îdrîs Sîhamedî bi rengekî vekirî bang li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir û hem ji bo xwe, hem ji bo tîma xwe, hem jî ji bo komeleyê daxwaza 'penaberiya siyasî' kir. Tê gotin, dibe ku komele 'navenda xwe ya nû ya navneteweyî' bar bike Tirkiyeyê.

BarakaCity sala 2008'an ji aliyê Îxwanî Mislimîn ve hate avakirin. Dema ku qala Îxwanî Mislimîn tê kirin, kesê ku destpêkê tê bîra mirovan Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan e. Dewleta Tirk hem ji aliyê îdeolojîk, hem jî siyasî û operasyonî ve têkiliya xwe bi vê rêxistinbûnê heye.

HINCET KU JI ÊRIŞAN RE PEYDA DIKIR

Serokê BarakaCity Îdrîs Sîhamedî bi taybetî li ser tevnên dîjîtal hincet ji êrişên cîhadîst re peyda dikir û heyraniya xwe ya ji bo Erdogan nîşan dida. Di Çileya 2015'an de dema ku doza têkildarî komkujiya Charlîe Hebdo dihate dîtin, di 3'ê Îlonê de li malpera Facebookê wiha nivîsandibû: "Kes nikare êrişî pêxemberê me bike. Lenet li Charlîe bê, gorên wan bila di germahiya rojê de bişewite."

PROPAGANDAYA HEZKIRINA JI MIRINÊ

Beriya hefteyekê yanî di 27'ê Tebaxê de jî wiha digot, "Şehîdbûn ji bo bawermendan tişta herî bedew e (...) Ya ku me ji wan cihê dike ev e. Bi qasî ku ew ji jiyanê hez dikin, hezkirina ji mirinê." Van gotinan, gotinên Mûhammed Merah ê El Qaîdeyî dianî bîra mirovan ku Adara 2012'an li Toûloûse û Montaûbanê êriş kir û 7 kes kuşt, 6 kes jî birîndar kir. Merah ê ku di operasyona polîsan de hate kuştin digot, "Bi qasî ku hûn ji jiyanê ez dikin ez jî ji mirinê ez dikim."

HESPÊ TRÛVA YÊ DEWLETA TIRK

Hevkariya Sîhamedî ya bi dewleta Tirk re ne tiştekî veşartî ye. Ew bi xwe jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê heyraniya xwe ya Erdogan tîne ziman, nûçeyên Anadolû Ajansi parve dike. Her wiha di parvekirina 5'ê Cotmehê de wêneyên koliyan weşandibû û li ser nivîsandibû ku Tirkiyeyê kîtên testa vîrûsa koronayê yên ku 15 rojan encamê eşkere dike, jê re hatiye şandin. Sîhamedî mîna 5'ê Cotmehê gelek caran gotina "Xwedê Tirkiyeyê biparêze" bi Tirkî parve kir.

Sîhamedî ku di heman demê de xwe weke 'rojnamevanekî' dida naskirin, meha Cotmehê ji ber ku li ser înternretê êrişî rojnamevanan kir du caran hate destgîrkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan. Yekane welatê ku nerazîbûn nîşanî destgîrkirinê û lêgerîna li komeleyê da, dewleta Tirk bû. Ji ber destgîrkirinê, Erdogan bûyera BarakaCity xiste rojevê. Medya Tirk jî îdîa kir ku bi vê wesîleyê êriş li Misilmanan tê kirin û dest bi kampanya reşkirinê kir. Alîgirên Erdogan ên li Fransayê bêhtir zêdegavî kir û destgîrkirina Sîhamedî weke rewşek mîna Qirkirina Ermenan pênase kirin.

Li ser têkiliyên navbera dewleta Tirk û BarakaCity hîn gelek dane hene. Ajansa Anadolû ku berdevkiya rejîma Erdogan dike di 22'ê Adara 2020'an de nûçeyek bi sernavê "Ji Fransayê daxwaza milyonek maske ya ji Erdogan" weşand. Hîn di destpêka nûçeyê de dihate fêhmkirin ku daxwaz ne ji Fransayê ye, lê belê ji komeleya alîgirê wan BarakaCity hatiye kirin.

ALÎKARÎ DIŞAND JI DAGIRKERÊN LI EFRÎNÊ RE

Sîhamedî dema ku dewleta Tirk di Adara 2018'an de Efrîn dagir kir, alîkarî dişand ji komên cîhadîst-dagirker re. Sîhamedî li ser hesabê xwe yê Twîtterê di Adara 2020'î de ragihand ku BarakaCity li Efrînê ye. Bêguman bêyî destûra dewleta Tirk BarakaCity nikare biçe Efrînê.

CÎHADÎSTEKÎ-SELEFÎ ŞAXÊ TIRK BI RÊ VE DIBE

Di biryarnameya betalkirinê de hate ragihandin ku BarakaCity 'Şaxekî Tirk' e. Ev Şax ji aliyê cîhadîstê bi navê Mehmet Ûzûn ve dihate birêvebirin ku welatiyên Fransa-Tirk e, gelek caran sûcên edlî kiriye, di heman demê de piştgiriyê dide cîhadîstên li Iraq û Sûriyeyê.

Sîhamedî ji ber sûcê ku li ser înternetê destdirêjî li rojnamevanan kiriye, di 4'ê Kanûnê de li herêma Evry a Parîsê bê darizandin. Xebatkara radyoya RMC'ê Zohra Bîtan di 18'ê Îlona 2020'î de ragihandibû ku li ser tevna dîjîtal bi 120 tweet û reşkirinê destdirêjî lê hatiye kirin û gilî kiribû.

BAŞ E WÊ AVAHIYÊN TIRK ÊN NIJADPEREST BÊN GIRTIN?

Avahiyên Tirk ên sîxur, tetîkkêş û nijadperest ên li Fransayê hîn jî reh berdidin. Di nava van de partiyên dûvikên AKP'ê, mizgeft, komele û navendên neteweperestên Tirk hene. Havînê li Lyonê ciwanên Tirk ên nijadperest êriş biribûn ser xwepêşandaneke alîgirên Ermenî. Wan nijadperestan xwe weke komandoyên Tirk didan naskirin. Hinek ji wan jî bi maske bûn.

Koma nijadperest a ku 28'ê Cotmehê êvara Çarşemê li navenda bajarê Decinesê ya herêma Lyonê derketibûn "nêçira Ermenan", ji bo Erdogan dirûşm diqîriya, bi gotina "Allahû Ekber" dimeşiyan. Komê li navenda bajêr teror kirin û polîsan ji bo pêşî li şerekî gengaz bigire kete nava liv û tevgerê. Dîmenên ku li ser tevna dîjîtal hatin belavkirin bû sedema nerazîbûneke mezin.

Ev avaniyên ser bi dewleta Tirk, li qadên herêmî bi tevlîbûna li hilbijartinê hewl didin hîn bêhtir bi cih bibin. Her wiha bêteredût li dijî muxalîfên li sirgûnê terorê dikin û bi rengekî zêde propagandaya cîhadîst dikin. Ev rewş ne tenê Fransayê eleqedar dike. Welatên Ewropayê li dijî vê gefa nijadperest-faşîst heta niha tedbîreke cidî negirtine. Lê belê qanûna 'cihêkariya îslamî' ya ku li Fransayê di rojevê de ye, tê gotin ku dikare Erdogan ji artêşa wî ya meleyan bêpar bihêle.