Komeke çekdar êrîşî bajarokê Til Eran kirin

Komeke çekdar êrîşî bajarokê Til Eran kirin

Komeke çekdar êrîşî Bajarokê Til Eran ya dikeve rojhilatê Helebê ku piraniya wan kurdin kirin.

Hate ragihandin ku, komeke çekdar êrîşî BajarokaTil Eran a rojhilatî Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in kirin. Şervanên Eniya Cebhet El-Ekrad a girêdayî Artêşa Azad bersiva êrîşê dan. Hate hînbûn ku koma çekdar girêdayî Hêzên rejima Baas û di bin navê Cebhet El-Nesra de kar dikin û beriya niha gelek welatiyên sivîl revandine. Encamên êrîşê nehate hînbûn.

Bajaroka Til Eran dikeve rojhilatî Helebê û şêniyên wê ku zêdetir ji 30 hezar kes ku pêk tên, piraniya wan kurd in. hêjayî gotinê ye ku beriya çend mehan bajaroka Til Eran ji aliyê hêzên Baas ve hatiye topbaran kirin û niha ji aliyê çekdarên Cebhet El-Nesra hatiye dorpêçkirin.