Koma Sosyalîst a PE’yê: Banga Ocalan bi xêr hat

Koma Sosyalîst a PE’yê: Banga Ocalan bi xêr hat

Serokê Giştî yê Koma Sosyalîst a Parlementoya Ewropayê Hannes Swoboda banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got: “Êdî li Tirkiyeyê dema demokrasî û aşitiyê hatiye.”

Di daxuyaniya nivîskî ya bi îmzeya Serokê Koma Sosyalîst a PE’yê Hannes Swoboda de hat gotin: “Banga Rêberê Kurd Abdullah Ocalan li ser xêrê be” û hate destnîşankirin ku Koma Sosyalîst û Demokrat a PE’yê piştgiriyê dide banga Ocalan.

Daxuyaniya ku têde hat gotin: “Êdî li Tirkiyeyê dema demokrasî û aşitiyê hatiye”, wiha ye:

“Em bangên Abdullah Ocalan ên ji bo aşitiyê girîng dibînin û bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Her wiha ev yek hêvî dide ku dê şerê 30 salan ê di navbera PKK û artêşa Tirk de berdewam dike, dê bi dawî bibe. Em diyar dikin ku bi vê pêngavê dê Tirkiye bigihe aştiyê û dê pêvajoyeke nû dest pê bibe. Ji bo hawira pevçûnan a ku bi salan berdewam dike careke dijwar nebe, tenê rêyek a çareseriya mayinde heye ew jî muzakere ye. Hemû hêzên polîtîk, partî divê ji bo pêkhatina azadiyan, mafê mirovan û demokrasiyeke tam hevkariy êbikin. Ger pirsgirêka Kurd bi awayeke adil, bi çareseriyeke mayinde  çareser bibe, herêm jî dê bigihe aramiyê.”