"Koma Sê Bira" li rastî êrişa nijadperestan hat

"Koma Sê Bira" li rastî êrişa nijadperestan hat

Ciwanên Kurd ên bi navê "Koma Sê Bira" li Kolana Îstîklal û taxên cûda yên Stenbolê distrên, rastî êrîşa nijadperestan hatin.

Li gorî agahiyan, bûyer duh êvar saet di 18.30 de li ser Rêya Meşê ya Bagcilarê rû da.

Gava ciwanên Kurd stranên xwe digotin, komeke ji 20-30 kesan bi kêran êrişî wan kirin. Ji ber ku dikandarên herêmê jî tevlî êrişê bûn, bûyer mezin bû.

Polêsên ku dest li bûyerê werdan, li şûna nijadperestan ciwanên Kurd kirin bin çavan û birin Muduriyeta Emniyetê ya Bagcilarê.

Hat hînbûn ku, di lêpirsîna li Emniyetê de polêsan ji ciwanên Kurd Bariş Abdal, Eymen Abdal û Erkan Benlî re gotin, "Çima hûm bi Kurdî distrên, hûn nikarin stranên siyasî bistirên."

Piştî lêpirsînê, ciwanên Kurd Bariş Abdal û Eymen Abdal serbest hatin berdan, lê Erkan Benlî hêj li emniyetê di bin çavan de ye.