Koçak: Operasyona bêdeng kirina kurdan bû

Koçak: Operasyona bêdeng kirina kurdan bû

Midûra Karê Nivîsê yê DÎHA’yê Fatma Koçak ku îro hate berdan da diyarkirin ku, sedemê girtina wan senaryoyekî ji aliyê hikumetê ve hatî nivîsandibû û got, ew dê rêya xwe dewam bikin.

Di encama operasyona ku di bin navê “Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê” li ser saziyên çapemeniya Kurd pêkhatin, di derbarê 22 jê girtî 46 rojnamegeran de doz hate vekirin. Îro 6’mîn rûniştin li salona 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê dom kir.

Di rûniştinê de Berpirs û Midûra Karê Nivîsê ya DÎHA’yê Fatma Koçak hate berdan û piştî berdanê daxuyaniyek da. Koçak got: “Ji xwe girtina me diyar bû, ev senaryoyek bû. Senaryoyekî ji aliyê hikumetê ve hatî nivîsandibû. Ev operasyon bigiştî perçeyek ji operasyonên bêdeng kirina kurdan bû. Operasyona bêdeng kirina çapemeniya azad bû. Lê belê bêdeng nebû. Ji îro pêde jî dê bêdeng nebe. Barê me gelek girane. Piştî vê ji bo serbest berdana hevalên me ên din me barek giran hilgirt. Em dê rêya xwe dewam bikin.”

Çav lê ye xebatkarê Belavkariya Firatê Irfan Bîlgîç jî di demjimêrên pêş de bê berdan.