KNK: Qirkirina gelan sûcê mirovahiyê ye
KNK: Qirkirina gelan sûcê mirovahiyê ye
KNK: Qirkirina gelan sûcê mirovahiyê ye
KNK’ê biboneya 98’mîn salvegera Komkujiya Ermeniyan daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku, “qirkirin sûcê mirovahiyê. Qirkirina gelê Ermenî- Rûm, Suryanî, Asûrî, Keldanî û Kurdên Êzidî hêjan di labîrentên dîrokê de veşartîne.”
Konseya Rêveber ya Kongreya Niştîmanî ya Kurdistanê (KNK) biboneya 98’mîn salvegera 24’ê Nîsana 1915’an Komkujiya Ermeniyan daxuyaniyek da û balkişande ser qirkirina gelan û diyarkir ku, sedsalek bi qirkirina gelan derbaz bû, ji ber sedema çemka faşîszan û dagirkeriyê gelê Ermenî hate qirkirin, koçber kirin û tehcîr kirin.
Daxuyaniya KNK’e biboneya 98’mîn salvegera Komkujiya Ermeniyan wiha berdewam dike:
QIRKIRINA GELAN SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE
“Îro 24ê Nîsanê ye, roja qirkirinê ye. Qirkina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û Kurdên Êzdî, mora xwe li sedsala bîstan da. Piştî 98 salan jî, em carake din wan rojên bi xwîn bibîr tînin û weke roja pêşî êşa qurbanên çemka faşîzan di dilê xwe de dibihîzin. Qirkirina gelan sucê mirovahiyê ye. Mixabin cîhana global jî, li hemberî van gunehkariyan bêdengiya xwe didomîne.
Qirkirina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî, qirkirina kurdên Êzdî, hîna di labîrentên dîrokê de veşartî ye. Gunehkarên sedsala bîstan, hîna sucê xwe mikur ne hatine û çemka kujer jî terk nekirine.
ÇEMKA KOMKUJIYÊ CÎHANÊ BER BI DAHATÛYEK NEDIYAR VE DIBE
Sedsala ku bi qirkirina gelan derbas bû, mîrateyeke bi xwîn li pey xwe hişt û bû bingeha şerê yekemîn yê cîhanê. Lê hêzên serdest û çemka faşîzan ji xwîna gelan têrnebûn, di destpêka sedsala bîstûyekê de jî, înkara dîrokê didomînin. Ji sedema çemka faşîzan û dagirkeriya li ser bingeha qirkirina gelan tê meşandin, cîhanê ber bi dahatûyek ne diyar ve dibe. Hêzên otorîter, ji bo berjewendiyên xwe qirkirinan dikin û nirxên mirovahiyê, şaristaniyên hezar salan tune dikin.
Hêzên dagirker, dîroka global bi xwîn kirin, îro jî soslojiya gelan bi xwîn dikin. Sîstema ku li ser xwînê hatiye avakirin, dixwaze hukumraniya xwe li ser dîroka tevahiya mirovahiyê sazkar bike. Ev jî dibe sedema xezeba li dijî gelan û di encamê de, qirkirina gelan dike pratîkê. Mînaka wê jî, qirkirina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û kurdên Êzdî ye.
QIRKIRINA GELAN TENÊ BIKUŞTINÊ NEMA...
Qirkirina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û Kurdên Êzdî, tenê bi kuştinê nema. Tehcîr û koçberiya perîşanî û xizaniya tunekirina li demê bilavkirî kirin pratîkê. Piştî 98 salan jî, şopên êşkencê, xwîna di riyan de, gorên bi sikêran hatine destnîşan kirin xuya dikin. Hawar û qîrêna zarok, jin û kalan di gelî û mesîlan de têne bihîstin.
Qirkirina Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û Kurdên Êzîdi bi destê Osmaniyên Îttîhadî pêk hat. Li Kurdistanê, di vê qirkirinêde Alayên Hemîdîyê (weke cerdevanên îro) yên ji Kurdan hatibûn sazkirin jî, cihê xwe li gel hêzên Osmaniyan girtine û tevlî qirkirinê bûne.
Em weke KNK, qirkirina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û Kurdên Êzdî bi tundî şermezar dikin. Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku, li dijî înkara qirkirina van gelan dengê xwe bilind bikin. Qirkirin sucê mirovahiyê ye.”