KNK: Divê berpirsyarên êrîşa li Şengalê bên darizandin

KNK'ê êrîşa duh a çekdarên PDK'ê ya li Şengalê bi tundî şermezar kir û got, kesên çek li hemberî gel bi kar anîne û yên fermana êrîşê dane, divê werin girtin û darizandin.

Konseya Rêveber a KNK'ê, li ser êrîşa çekdarên PDK'ê ya li Xanesorê li dijî sivîlan kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, gelê Şengalê ji hatina çekdarên PDK'ê ne rehet e û ne razî ye got, "Van nearzîbûnên xwe jî bi her awayî tîmin ziman û xwepêşandanên protestoyî lidar dixin. Di xwepêşandana duh de hêzên girêdayî PDK'ê bi çekan êrîşî xwepêşandêran kirin û jinek bi navê Nazî Naîf Qewal jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn."

KNK'ê êrîşa li ser xwepêşandêran bi tundî şermezar kir û ji malbata Nazê, gelê Şengalê û tevahiya gelên Kurdistanê re sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.

'YÊN ÇEK BI KAR ANÎNE Û FERMANA ÊRÎŞÊ DANE, DIVÊ BÊN DARIZANDIN'

Di dewama daxuyaniya KNK'ê de hat ragihandin, kesên çek li hemberî gel bi kar anîne û yên fermana êrîşê dane, divê werin girtin û darizandin.

Konseya Rêveber da zanîn, ku dewleta Tirk demeke dirêj e li ser Şengalê dixebite û dixwaze di nava hêzên Kurdistanî de aloziyan derxîne.

'HIN HÊZ DILÊ DIJMIN XWEŞ DIKE'

KNK'ê bal kişand ser daxuyanî û kêfxweşiya rayedarên Tirk piştî bûyerên li Şengalê û wiha dewam kir: "Mixabin hin hêz di vî warî de li gorî hesasiyetên gelê me tevnagerin û dilê dijmin xweş dikin. Ev bûyer û alozî piştî serdana Birêz Mesûd Barzanî ya Enqereyê çêbûn û ev jî gumanan tîne holê. Ev bûyer û aloziya li Şengalê tenê xizmet ji dijminên gelê me re dik. Ji hemî deman zêdetir, vê demê pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye. Pêwîste her hêzeke Kurdistanî li ser xeta neteweyî kar bike."

KNK'ê destnîşan kir, ku rewşa heyî nayê qebûlkirin û got, "Em û raya giştî ya Kurdistanê bi vê rewşê dilgiranin û xemgînin. Ev rewş dijê li dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye û em vê rewşê qebûl nakin."

BANGA LI HÊZ Û GELÊ KURDSTANÊ

Konseya Rêveber daxuyaniya xwe ya li ser 3'ê Adarê bibîr xist, ku ev bangên hingî kiribû, bibîr xist:

"1- Pêwîste hemî hêzên çekdar bizivirn baregehên xwe yên pêşiya 01.03.2017an. 2. Ji bo çareserkirina nakokiyan diyalog bê destpêkirin, hemî alozî û nakokî bi rêya diyalogê bêne çareserkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan bang li hemû partî, hêzên Kurdistanî û gelê Kurdistanê hat kirin, her kes ji aliyê xwe ve bikeivn nava hewldanan."