KNK: Bilindkirina ala Başûrê Kurdistanê li Kerkûkê, mafekî rewa ye

KNK'ê diyar kir, tevî pirrengî û pirçandiya Kerkûkê, ev bajar bajarekî Kurdistanê ye û destnîşan kir, ku ew piştgiriyê didin biryara Encûmena Bajêr a ji bo bilindkirina ala Başûrê Kurdistanê li ser saziyên fermî.

Konseya Rêveber a KNK'ê, li ser bilindkirina ala Başûrê Kurdistanê li saziyên fermî yên dewletê yên li Kerkûkê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ev biryar li civata parêzgeha Kerkûkê di roja 28'ê Adarê de hatiye dayîn.

KNK'ê bal bir ser taybetmendî û xala bi hêz a Kerkûkê û destnîşan kir, ku Kerkûk sembola jiyana bi hev re ya gelan û çandan e.

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir, Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî Kerkûk dikare ji ezmûna Rojavayê Kurdistanê sûdê werbigire û bibîr xist, gelên Rojavayê Kurdistanê bi hev re bi rengekî wekhev dijîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ew piştgiriyê didin her gaveke ku xizmeta gelê Kurdistanê dike û wiha dewam kir:

"Pêwîste Kurdistanî bi berpirsyariyeke mezin û daxwaziyên siyasî yên cidî li pey wê biryarê bin. Divê destûr neyê dayîn ku li dijî Kurdistanîbûna Kerkûkê û navçeyên wê kar bê kirin. Di heman demê de lazim e bê destnîşankirin ku Kurdistan welatekî pir alî, pir dînî û baweriyên cuda ye."

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir, bilindkirina ala herêma başûrê Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê heq e û mafekî rewa ye.

KNK'ê ragihand, ku rast e li parêzgeha Kerkûkê neteweyên cuda dijîn, lê Kerkûk parçeyek ji erdnîgariya Kurdistanê.

Di dawiya daxuyaniya KNK'ê de hat gotin, "Em weke KNK'ê, ew nerazîbûn û reaksiyonên li hember vê biryarê di cih de nabînin. Em piştgiriyê didin biryara Encûmena Kerkûkê. Weke KNK'ê, em nerazîbûn û reaksiyonên dewleta Tirkiyeyê li hemberî vê biryarê şermezar dikin."