Kişanak: Ne nîşeyêmn li Îmraliyê belav kiriye
Kişanak: Ne nîşeyêmn li Îmraliyê belav kiriye
Kişanak: Ne nîşeyêmn li Îmraliyê belav kiriye
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, piştî ji civîna Meclisa BDP'ê û Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya BDP'ê pirsên rojnamegeran bersivand. Kişanak, diyar kir ku lazim e niqaş li ser mijarên esasî bên kirin û mijar neyê guhertin. Kişanak, anî ziman ku îdîayên der barê wan de ne rastin û teqez wan naveroka nameyên Ocalan belav nekirine.
Meclisa Giştî BDP'ê û LRNê ya BDP'ê têkildarî geşedanên dawî civîn pêk anî. Piştî civînê Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişan pirsên rojnamegeran berisvand. Kişanak, anî ziman ku di pêvajoyeke gelek girîng re derbas dibin û wiha got: "Em hewl didin ku pirsgirêkê di nava aştiyê û diyalogê de çareser bikin. Li wî waletî gelek pêvajokyên dijwar derbas bûn. Em di ferqa pêvajoyê de ne. Xebatên me yên çareseriyê dê berdewam kir. Civîna me ji bo vê yekê bû. Ji bo ku em pêşniyaran bigirin û binirxînin û em bêtir piştgiriyê bidin pêvajoyê dê civînên me yên bi vî rengî berdewam bikin. Di nava 2 mehên dawî de nîqaşneke tê kirin û pêvajoyekî wisa bedewam dike. Ji bo pêşerojeke azad pêk bê çi ji destê me bê em de bikin. Xebatên me berdewam dikin. Dê civînên me yên wisa dê berdewam bikin."
Kişanak, li ser pirsên nabe çawa belav bûn jî anî ziman ku wan teqez name belav nekiriye û rojnamegerê ku ev name girtiye zane ji ku girtiye û weşandina wê çiqas li gorî sinc e an ne gorî sinc e em ji wî re dihêlin. Nêzîkahiyeke partiya me wisa tuneye. Tu hevalên me û partiyam tiştekî wisa nakin. . Partiya me teqez tişewkî wisa nekiriye. Xebatên me yên ji bo çaresekiyê û xurtkirina pêvajoya aştî û diyalogê berdewam dikin."