Kişanak: Civaka Tirkiyeyê ji bo aştiyê amade ye

Kişanak: Civaka Tirkiyeyê ji bo aştiyê amade ye

Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak diyar kir ku, civaka Tirkiyeyê ji çareseriyê re amade ye û wiha got: “Hemû kes ji bo çareseriya demokratîk amade ne. Hemû kes di ferqê de ye ku BDP siyaseteke çiqas bi hêz dide meşandin.”

Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak di komcivîna partiya xwe de mijarên rojevê nirxand. Kişanak anî ziman ku, civaka Tirkiyeyê ji çareseriyê re amade ye û xwest girtiyên siyasî û nexweş serbest bên berdan. Gultan Kişanak da zanîn ku, jinên Kurd ji bo meşandina têkoşîna azadiyê û demokratîkbûnê bi biryarin û bang li hemû jinan kir ku, tevlî pêvajoyê bibin. Kişanak bilêv kir ku, divê hemû kesên demokrasî, aştî, azadî û çareseriyê dixwazin tevlî pêvajoyê bibin û wiha axivî: “Em dibînin ku hêj trawmayên şer berdewam dikin. Hemû kes li ser vekişîna gerîla diaxivin lê çima tu kes behsa rakirina sîstema cerdevaniyê nake?” Kişanak diyar kir ku, wekî BDP ji bo rakirina sîstema cerdevaniyê pêşnûme dane meclisê."

‘DERIYÊ ME JI HER KESÊ RE VEKIRIYE’

Kişanakê aşkera kir ku, daxwaziyên komeleyan ji partiyan hene û wiha got: “Komeleyên herêmî xwestin dengê xwe bigihînin partiyên siyasî. Bi taybet jî peyam dan AKP’ê. Xwestin ku êdî AKP dest ji mijulkirinê berde. Her wiha di mijara uslub de AKP hişyar kirin. Nûnerên hîn komeleyan wiha gotin: AKP dibêje ji me re nebêjin paşverû, faşîst lê ew bi xwe her roj ji zarokên me re dibêjin terorîst. Her wiha bi tundî CHP rexne kirin. Gotin em helwestenên li dijî aştiyê qebûl nakin û divê teqez CHP tevlî pêvajoya demokratîkbûnê bibe. Xwestin em bi AKP’ê re bêtir bikevin nav diyalogê. Em li vir careke din dibêjin ji bo hemû partiyên deriyên me yên diyalogê vekirî ne. Xwestin em bangî CHP’ê bikin. Em amadene ku agahî, pêşniyarên xwe bi CHP’ê re parve bikin. Ger ji bo me bendewariyên wan hebin em dikarin pêk bînin.”

‘14’Ê NÎSANÊ DI DÎROKA KURDAN DE DÎROKEK BI ÊŞE’

Kişanak behsa gera xwe ya Zeytînburnu kir û anî ziman ku, kesên bi wan re sohbet kirine bi hêvî ne û wiha got: “Van sohbetan jî nîşan da ku civaka Tirkiyeyê ji bo çareseriyê amade ye. Hemû kes di ferqê de ye ku BDP siyaseteke çiqas bi hêz dide meşandin. Ji ber vê yekê piştgiriyê didin me.”

Kişanak di axaftina xwe de kesên ku di komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Di dîroka kurdan de 14’ê nîsanê dîrokeke bi êşe. Salvegera komkujiya Enfalê ye. Di vê komkujiyê de nêzî 180 hezar kurd hatin qetilkirin. Komkujiyeke mezin pêk hat. Em bi rêzdarî kesên ku di komkujiyê de hatine qetilkirin, bi bîr tînin.” Kişanak anî ziman hê jî gelê kurd bi komkujiyê re rû bi rû ne û wiha got: “Li Dêrsim, Agirî, Enfal, Helebçe, Mehabad, Qamişlo û hemû deverên ku Kurd lê dijîn qetlîam pêk hatin. Kurd hêj jî bi qetlîamên nû re rû bi rû ne. Li Rojava gundên kurdan bombebaran dikin. Helebê bombebaran dikin.”

Kişanak destnîşan kir ku, divê hikûmet ji bo alîkariyên Rojava hesastir tevbigere û wiha axivî: “Ji ber kaosa SÛriyeyê Rojava bûye kampa herî mezin ya penaberan. Kampa herî mezin jî Qamişlo ye. Li Qamişloyê nufus mİlyonekî derbastir kiriye. Ji bo pêvendiyên xwe yên jiyanê zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku ji Tirkiyeyê bi awayekî fermî alîkarî nayê dayîn û deriyên sînor nayên vekirin hewcedariyên gel zêde dibin. Hewcedariya herî mezin jî xwarine.”

Kişanak balkişand ser dilên azadiyê yên nexweş û xwest dîlên azadiyê demildest serbest bên berdan. Kişanak wiha pê de çû: “Serbesbernedaya girtiyên nexweş problemeke mezine. Divê serbest berdan di rojeva hikûmet û wezaretê de bê. Niha 122 girtî bi mirinê re rû bi rû mane. Tenê Hediye Aksoy serbest hat berdan. Di 8’ê adarê Şahabettîn Yucel, di 21ê adarê de Haci Nasir, jiyana xwe ji dest dan. Avnî Uçar nexweşê pençeşêrê ye û li girtîgeha Sêrtê de dimîne û di sekaretê de ye. Her wiha ji girtîgeha Sêrtê girtiyê bi navê Salîh Tugrul, felç bûye. Nikare tena serê xwe hewcedariyên xwe pêk bîne. Ji girtîgeha Amedê Umît Aydin nexweş e û bi mirinê re rû bi rû ye. Divê wezîrê dadê bikeve dewreyê.” Kişanak anî ziman ku ji bo karker nemirin tedbîr nayên girtin û girîngî ji bo jiyana însanan nayê dayîn. Kişanak mînaka xwendekara zanîngehê Dîlek Ozçelîk da û diyar kir ku ji ber bêeleqebûnê nikare tedawî bibe û ji ber nêzîkatiyên hikûmetê AKP’ê rexne kir.

'GIRTIYAN SERBEST BERDIN'

Kişanak di axaftina xwe de li ser operasyonên qirkirina siyasî ku di 14’ê nîsana 2009’an de li hember siyasetmedarên kurd pêk hatibû rawestiya û wiha got: “Hevalên me bi operasyoneke siyasî ve hatin girtin û niha hinek ji wan serbest tên berdan, lê hê jî bi hezaran hevalên me girtî ne. Divê demildest deriyên girtîgehan werin vekirin û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Divê TMK bê rakirin. Berfîn em bi kulîlkan pêşwazî kir û xwarziya parlamenterê me Kemal Aktaş e. Bîra xalê xwe kiriye. Em di şexsê Berfîn de li ser navê hemû zarokan bang dikin ku hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.” Kişanak diyar kir ku wergêr Ayşe Berktay ku di operasyona qirkirina siyasî ya Stenbolê de hatiye girtin şexsiyeteke navneteweyîye û aktîvîsta têkoşîna azadiya jinê ye û hêvî dikin ku Berktay di 30’ê nîsanê li Newyorkê xelata xwe bi xwe wergire.

Kişanak anî ziman ku AKP, CHP, MHP’ê di nav 10 salên dawî de alîkariyên aborî yên mezin girtine û divê pereyê gel ji bo kesên ku ji bo gel têdikoşin bê dayîn û wiha axivî: “Li parlamentoyê koma partiya me heye lê me quruşek alîkarî negirtiye. Hêviya me ew e ku ev neheqî bi dawî bibe.”