Kişanak: Bila hemû jin di vê pêvajoyê de piştigiriyê bidin aştî û çareseriyê
Kişanak: Bila hemû jin di vê pêvajoyê de piştigiriyê bidin aştî û çareseriyê
Kişanak: Bila hemû jin di vê pêvajoyê de piştigiriyê bidin aştî û çareseriyê
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di civîna BDP'ê ya meclisê de axaftina xwe li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê kir û diyar kir ku ji ber îsal 3 jinên siyasetmedar ên kurd hatin qetilkirn û di şexsê 3 jinên kurd de komkujî li dijî têkoşîna azadiya jinê pêk hat îsal 8'ê Adarê diyarî 3 jinên kurd dikin. Kişanak, bang li hemû jinan kir û diyar kir ku jinên êşên wan parve nekirin bila di vê pêvajoyê de piştgiriyê bidin wan û aşti û çareseriyê. Di civîna vê hefteyê de nûnrên jinan jî derketin kursiyê û daxwaz û zextên li ser jinê anîn ziman.
Di civîna Koma BDP'ê ya meclisê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, li ser geşedanên dawî axivî. Beriya axaftina Kişanak, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li ser navê saziyên jinan gelek nûnerên saziyên jinan tev li civina Koma BDP'ê bûn. Gultan, kişanak, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir.
Kişanak, ewil hemû jinên ku di nava têkoşina azadiya jinê de cih digirin û tev li civîna wan bûne silav kir. Kişanak, anî ziman ku bi minasebeta 8'ê Adarê ev civîna xwe bi taybet ji bo jinan veqetand. Kişanak da zanîn ku têkoşîna jinan hêzê dide wan û wiha got: "8'ê Adarê mîrate û xelata têkoşînê ya jinan e. Kişanak, da zanin ku di dîroka mirovahiyê de têkoşîna mirovan a edalet, azadî, wekheviyê her tim berdewam kiriye. Kişanak, da zanîn ku jinan di dîroka mirovahiyê de li aliyekî têkoşîna nasnameyê daye û li aliyê din têkoşîna wekheviyê daye. Kişanak, li ser dîroka 8'ê Adarê jî axivî û anî ziman ku têkoşîna jinan a 8'ê Adarê bi karkerên tekstîlê dest pê kiriye û di roja destpêka têkoşînê de 149 jinan jiyana xwe ji dset daye. Kişanak, anî ziman ku îro jin bêtir li vê rojê xwedî derdikevin û vê rojê wekî roja têkoşîn û azadiyê dinirxînin. Kişanak, da zanîn ku îsal 8'ê adarê diyarî 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin kirin û wiha got: "Ji ber ku 3 hevalên me yên jin di têkoşîn û pêşxistina rêxistinbûna jinê de kedek mezindabû.
ÊRÎŞ LI DIJÎ JINÊN KURD PÊK HAT
Kişanak, da zanîn ku êrîşa li hemberî 3 jinên kurd ên têkoşer li dijî hemû jinên kurd û jinên tekoşêr êrîş pêk hatiye û wiha got: "Di şexsê 3 jinan de li dijî azadiya jinê, tekoşîna jinê, jina berxwedêr û birêxistin, li dijî vîna jinê êrîş pêk hatiye. Lê jina kurd dê hesabê vê komkujiyê ji kujer û kesên li pişt pişta kujeran bipirse.
Kişanak, anî ziman ku vê hefteyê bi etkiya derya reş derket ser dikê û bi etqiya Derya Reş de nameyek hat şandin. Kişanak, anî ziman ku di nameyê de hatiye diyarkirin ku ew bawer dikin ku dê keda wan a aştiyê pir zêde be û baweriyawan ji BDP'ê û tevgera jinan heye ku aştiyê pêş bixin. Kişanak ji ber nameya ku ji Derya Reş hatiye şandin kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku ev piştgirî bêtir hêvî û baweriya çareseriyê dide wan.
Kişanak, destnîşan kir ku li vî welatî di nava şerê herî dijwar û gûr de di nava êş û pevçûnên herî dijwar de dîsa jinan aştî xwestin û xwestin li pêş şer û pevçûnê bibin asteng û xizmeta aştiyê kirin.
Kişanak, da zanîn di 24'ê sibatê de ji gelek welatên cîhanê jin hatin li Stenbolê kom bûn û diyar kirin ku bêyî jinan aştî û çaresrî pêk nayê û piştgiriya xwe dan pevajoya aştî û çareseriyê. Kişanak, da zanin ku her demê û li her derê dinava her şert û mercî de jin dixwazin vina xwe tev li pêvajoya aştiyê bikin û dinava vê pêvajoyê de bi awayekî çalak cih bigirin.
Kişanak, li ser pêvajoya dawi ya Îmraliyê jî rawestiyê û wiha got: "Divê di vê pêvajoya ku derî li muzakereyan hatiye vekirin de jin bêtir bi rêxistin tev li pêvajê bibin. Em ji bo wekhevî û azadiya jinê têkoşînekê didin. Lê mixabin li Tirkiyeyê gelek astengî li pêş me hene. Tirkiye din nava 134 welatan de di rêza 126'an de cih digire. Di qada binpêkirina mafan, aborî, vîn, rêxistin û mafê jinê de ji rêza dawî de di rêza 8'an de cih digire. Ev jî xuya dike ku dewlet li hemberî mafê jinê tu gav neavêtiye û di parastina mafê jinê de di rêza dawî de cih digire. Tenê di meha çile de tenê 18 jin hatin qetilkirin û li gorî daneyan her rojê 5 jin tên qetilkirin. Ya herî girîng zilam tundiya li hemberî jinê wekî mafekî dibîne û lazime ku li hemberî vê ferasetê têkoşîn bê meşandin. Bi tu awayî zêdebûna zilam li hemberî jinê tune. Di qer qadê de jin û mêr wekevin. Lê di zagon û ferasetê de ev yek wisa nayê dîtin û Serdestiya zilam bi piştgiriya zagon û dewletê erdewam dike. Hişmendiya serdest a zilam nexweşiya ku bi lezgîn divê bê rizgarkirin. Ev despotîzm e. Heta ku zilam xwe ji vê nexweşî û ferasetê rizgar nekin, ne zilam û ne jî zilam azad dibe. Divê êdî xwe di ser kesên din re mezin nebîne û xwe wekî hêz, vînê di ser jinê re nebîne."
Kişanak, anî ziman ku 2 parlamenter û 3 şaredar bi tevahî 5 hilbijêrên wan di 8'ê Adarê de li gritîgehan derbas dikin û ji ber ku wan têkoşîna azadiyê û wekheviyê meşandiye wekî sûcdar hatine dîtin û hatin girtin. Ji ber vê yekê em van hevalên xwe yên girtîgehê wekî rehîne (dîl) dibînin. Kişanak, da zanin ku li holê 10 hezar siyasetmedar bi sucdariya terorê di girtîgehê de hene û li holê ku bûyera sûc tune. Kişanak, silavên xwe ji jinên girtî re şand û wiha gt: "Têkoşîna we têkoşîna me ye. Em dê deriyan li girtîgehan vekin û bi hevre rê û têkoşîna xwe berdewam bikin.
Kişanak, bi tevahî bang li hemû jinan û bi taybetî bang li jinên dijber kir û wiha got: "Di vê pêvajoya ku li Îmraliye dest pê kiriye û li ser bingeha wekhev û aştiya rûmet gav tên avetin berpirisyariya me hemûyan e ku em piştgiriyê bidin. Em dibêjin we êş bi mere parve nekirin, lê werin aştî û çareseriyê bi mere parve bikin. Di serî de dayikên ku zarokên xwe winda kirine û ez hurmetê xwe ji hemû dayikan re pêşkêş dikim."
Li ser navê KESK'ê Candan Çaglayan, axivî û diyar kir ku îsal li dijî tundî, zext, astengiyan ji bo azadiya nasnameyan dê derkevin qadan. Çaglayan, anî ziman ku dê li dijî operasyon û serdegirtinan derkevin qadan û operasyonan şermezar bikin. Çaglayan, da zanîn ku jê 23 jin 129 hevalên wan girtî ne û ew dê li qadan zext û zordariyên li ser xwe şermezar bikin.
Li ser navê Dayikên Aştiyê Dondu Ergen axivî. Ergen, anî ziman ku ger dê aştiyek pêk bê divê berî her tiştî destê xwe yê aştiyê bidin wan û dîsa sala 99'an dubare nebe. Ergen, xwest êdî mafê hemû civak û kesan bidin û êdî cudakarî bi dawî bibe. Eren, wiha got: "Divê Erdogan baweriyê bide me. Em sozê naxwazin baweriyê dixwazin. Min 2 kurê xwe winda kirin. Em hemû dayik ji bo aştiyê dixwetin. Ez bang li dayikên lekeran ku kurê xwe di şer de windakirine dikim û dibêjim Werin destê xwe bidin destê me. Şer tiştek bi tu kesî nedaye qezenç kirin. Kesên şer pêş dixin tiştek ji wan namîne. Lê kesên aştiyê ava bikin dê her tim di dîrokê de bijîn."
Li ser navê DOKH'ê Mukaddes Alataş axivî û bal kişand ser qirkirin û komkujiya jinê û anî ziman polîtikayên vîna jinê.