Kişanak: Bi şovê hewil didin paketa vala tejî bikin

Kişanak: Bi şovê hewil didin paketa vala tejî bikin

BDP'a Mêrsînê 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Dawetê ya 33 li dar xist. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî di kongreyê de axivî û got: "Ev 14 sale ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şert û mercên gelek zehmet de ji bo çareseriyê derfet afirand û pêvajoya çareseriyê da destpêkirin. Ev tişteke bi kede ku mirov bi rêzdarî nêz bibe."

Kişanak hevdîtina herî dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Heyeta BDP'ê jî bibîrxist û wiha pêde çû: "Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya bi heyeta me re bi awayeke vekirî ev tişt got; Hikûmet erka ku ket ser milê wî neanî cih û xeletî kir. Neketin nava nêzîkatiyeke çareserî û aştiyane. Ji bo mijara çareserkirinê min bi riya heyetê bo hikûmet û dewletê pêşniyarên nû rêz kir. Min wisa kir ku qene ev mijaran nîqaş bikin û nekevin nava nêzîkatiyên xirabkirina derfetên çareseriyê."

Kişanak da zanîn ku, Rêberê Gelê Kurd ji heyetê re gotiye ku ew heta niha çawa bi gelê xwe re têkoşînê meşandiye dê ji niha û pêde jî ji her demê bihêztir dê têkoşînê bidin meşandin û wiha got: "Birêz Ocalan di 3'ê Çileyê de ji heyetê me re ev tişt got; Ez pêvajoyê emanetê jin û ciwanan dikim. Hûnê bibin xwediyê pêvajoyê, biparêzin û mezin bikin."

‘PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BERHEMÊ FEDEKARIYA OCALAN E’

Kişanakê derbarê pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin jî balkişande ser ku, “Ev 14 sale ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şert û mercên gelek zehmet de ji bo çareseriyê derfet afirand û pêvajoya çareseriyê da destpêkirin. Ev tişteke bi kede ku mirov bi rêzdarî nêz bibe."

‘HÊVIYA JI DEWLETÊ NEKIN, BIXWE DIBISTANÊN XWE AVA BIKIN’

Kişanak destnîşan kir ku, Rêberê Gelê Kurd derbarê perwerdeya zimanê dayikê de ji heyeta wan re wiha gotiye: "Hûn çima xwe hewceyê hikûmetê dikin, qey hûn nikarin dibistanên xwe vebikin û mal, sazî û partiyên xwe vegerînin cihê ku li wir perwerdeya zimanê dayikê bê dayîn. Hûn vekin ger ku werin bigirin heta mirinê li ber xwe bidin." Piştî axaftinan raporên malî hatin xwendin û hilbijartin dest pê kir. Piştî hilbijartinê ji bo serokê BDP'a Mêrsînê Halîs Deger hat hilbijartin.

‘BI ŞOVÊ HEWIL DIDIN PAKETA VALA TEJÎ BIKIN’

Gultan Kişanak li ser ‘paketa demokratîk’ jî nixandinek kir û got: “Paketekî ku bi nûnerên gelê Kurd, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û rayagiştî ya demokratîk re neyê nîqaşkirin, her wiha paketekî ku neyê muzekerekirin dê bersivê nede pêwîstiyên gel, vê her kes baş dizane. Ji xwe di vê pêvajoyê de ji aliyekê ve dibêjin ‘paket hat’û ji aliyekî din ve jî Birêz Serokwezîr û rayedarên hikumeta AKP’ê tiştên di paketê de cih nagirin jî pir caran tînin ziman. Bi vî awayî wan bixwe naveroka paketê vala kirin. Niha hewil didin paketa vala bi şovê tejî bikin.”