Kerkûk: Şerê ku dawî lê nayê û krîza alê

Gelo di navbera Nêçirvan Barzanî û misteşarê Tirk de hevdîtin çêbû? Di vê hevdîtinê de Barzanî, ew sozên ku Çavûşoglû qalê dike, da yan na?

Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm 14’ê Adarê daxuyanî da ku ew ê alaya Herêma Federal a Kurdistanê li saziyên fermî daleqînin. Ji niha û şûn de li Kerkûkê li gel alaya Iraqê wê alaya Herêma Federal a Başûrê Kurdisatanê jî were daleqandin.

Piştî ku vê nîqaşê 14’ê Adarê dest pê kir û piştre 28’ê Adarê di meclîsa bajêr de hate pejirandin dewleta Tirk û Tirkmenên Kerkûkê bi tundî helwest nîşan dan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû zêdetir pê de çû, weke ku wezîrê Iraqê be got: ‘’Em ê ti carî vê qebûl nekin.’’ Bi ser de diyar kir ku misteşarê girêdayî wî, têkildarî mijarê bi Serokezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re axiviye û Barzanî jê re gotiye ku biryar ji meclîsa bajêr derkeve jî jê re tekez kiriye ku ala neyê daleqandin.

DESTÛR ÇI DIBÊJE?

Tirk û Tirkmen ku li dijî biryara alayê helwest nîşanda dan, di her derfetê de dibêjin ku Kerkûk şarê Tirkan e. Lê dîsa jî ji bo ku bêhtir manîpule bikin dibêjin biryar dijî destûrê ye.

Baş e, di vê mijarê de destûra Iraqê çi dibêje? A rast destûra Iraqê ji bo devereke weke Kerkûkê ku statûya wê ne diyar e tiştekî nabêje. A rast eniya Tirkmen û dewleta Tirk jî vê rastiyê dibînin. Lê daxwaza wan ew e ku li dijî vê biryara Kurdan ji hikûmeta navendî ya Iraqê bendekê çêbikin.

JI MECLÎSÊ BI PIRANIYA DENGAN BIRYARA ‘ERÊ’

Dema ku hê nîqaş li ser daxuyaniya Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm didomanîn, 28’ê Adarê bi piraniya dengan biryar hate standin ku ala were daleqandin.

Di cih de Wezîrê Karê Derve yê Tirk Çavûşoglû helwest nîşan dan. Eniya Tirkmen ku ev weke talîmatê şîrove kir li Kerkûkê komeke Tirkmen derxiste kuçeyan.

Di protestoyê de îşaretên gurên boz hatin nîşandan û her wiha dirûşmên ‘’Kerkûk Tirk e û wê Tirk bimîne’ hatin berzkirin, ev jî nîşan dide ku li pişt vê dewleta Tirk û bi taybetî jî hêzên MHP-AKP’ê û MÎT a Tirk heye.

NÊÇIRVAN BARZANÎ ÇI JI TIRKIYÊ RE GOT?

Çavûşoglû got, ‘’Em vê dengdana rêveberiya herêmê rast nabînin. Beriya dengdanê misterşarê me Umît Beg li Nêçirvan Barzanî geriyaye û di vê mijarê de ramana me par ve kiriye. Wî jî gotiye, ‘’dengdan wê bibe, ku erê jî derkeve em nafikirin ku ala were hildan’’

Dîsa di hevdîtina telefonê de Barzanî gotiye, ‘’Ne rast e ku em avaniya etnîk a wê herêmê biguherin. Ne rast e ku em bibêjin bû û xilas. Ti sûda gavên yek alî nîn e. Ti sûda gaveke wiha li siberoja Iraqê, li îstîkarar û ewlehiya wê nîn e. Em vê gavê rast nabînin û napejirînin.’’

BERSIVA ÎDÎAYÊ NEHATIYE DAYIN

Di navbera Nêçirvan Barzanî û rayedarê Tirk de hevdîtinek wiha bûye? Barzanî di vê hevdîtinê de soza ku behsa wê tê kirin daye Çavûşoglû?

Bêguman muxatabê van pirsan Nêçirvan Barzanî ye. Lê tişta balkêş û dike ku di serê me de pirs çêbibin ew e ku Nêçirvan Barzanî 29’ê Adarê nîvê şevê ango piştî daxuyaniyên Çavûşoglû bi saetan têkildarî alayê daxuyanî da lê li ser van îdîayan tiştek negot.

PIRSÊN KU LI BENDA BERSIVÊ NE

Nêçirvan Barzanî yê ku sifetê serokwezîrtiyê li ser e û  helwesta PDK ku pê ve girêdayîye li ser îdîayên Çavûşoglû çi dibêjin, gelo îdîa rast in an Nêçirvan Barzanî weke ku gotî alîgir e ku ala were daliqandin. Heke ya duyê rast be Nêçirvan Barzanî çima daxuyaniyeke wiha da? Heke Çavûşoglû rast dibêje, naxwe çima Nêçirvan Barzanî ev îdîaya nederewand?

HEVALBENDIYA PDK-AKP’Ê NAYÊ VEŞARTIN

Li vir rastiyeke dî derdikeve holê ev jî wiha ye; AKP û dewleta Tirk çawa ku bi destê PDK’ê dixwazin li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê Kurdan parçe bikin û radest bigirin, di ser Kerkûkê re jî heman tiştî dikin.

PDK jî ji ber ku xwedî hesabên hevşib e di mijara Kerkûkê de jî serê wê zêde tevlîhev e. Ji ber ku ji hêla siyasî ve YNK li Kerkûkê serdest e. Û YNK ev biryar stand. Ji ber vê jî PDK bi polîtîkayên xwe yên partîzanî, bi vê gava YNK’ê ku Kerkûk bi demê re bi herêma Kurdistanê ve were girêdan, difikire ku di siberojê de zêde ji qewet bikeve.

Lê bi heman rengî, li gel têkilyên kûr ên siyaseta herêmê, ekonomîk ên bi dewleta Tirk re, hesab dike ku di mijara Kerkûkê de bibe xwedî helwesteke zelal dibe ku siberoja wê bikeve rîskê. Ji bo vê jî çi jî be hewl dide ku nekeve pozîsyoneke wiha ku dewleta Tirk naxwaze û jê wêdetir dibe zemîna ku polîtîkayên dewleta Tirk li ser pêk tên. PDK bi siyaseta xwe ya heta dema niha ya şaş, jixwe mehkûmî vê siyasetê bûye.

Ji bo vê jî encama ku derketî holê ew e ku PDK li ser Kerkûkê nîqaşeke wiha ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk rast nabîne. Di daxuyaniya li ser navê ofîsa seroktiyê de û di daxuyaniya Nêçirvan Barzanî de xwedî wî karekterî ne ku li pêş gava YNK naxwazin pasîf bimînin û naxwazin bi temamî ji Kerkûkê werin derkirin.

FITÎL DI BÎRÊN PETROLÊ DE HATE VÊXISTIN

Fitîla vê nîqaşa li ser Kerkûkê piştî ku 2’ê Adarê YNK’ê wanayên bîrên petrolê yên şîrketa Bakur girt dest pê kir. YNK sedema wê jî wiha nîşan da ku hikûmeta navendî ya Iraqê referîneriya ku diviya li Kerkûkê bikira, nekiriye. Piştre vana hatin vekirin. Lê ji ber ku YNK’ê herêm bi hêzên leşkerî dorpêç kiribû diyar bû ku li pişt meselê tiştine dî hene.

Ji ber ku beriya ku YNK hêza xwe bicih bike, hêzên PDK’ê jî li Bayhesenê li dor bîrên petrolê bi cih kiribûn. YNK’ê dît ku PDK hewl dide bîrên di bin kontrola wê de jî bi dest bixe, li dor bîrên şîrketa Bakur bi hêza leşkerî xelekek çêkir. Ev rewş bû mijareke giran a rageşiyê.

ŞERÊ TIRKIYÊ Û ÎRANÊ YÊ DI SER YNK-PDK’Ê RE

Piştî gavên li ser bîrên petrolê rajen hinekî kêm bû. Lê her çendî rajen kêm bûbe jî, hate dîtin ku hesabên li ser Kerkûkê û nîqaş xilas nabin, ev di mijara alayê de jî diyar bû. Li hêlekê PDK ku naxwaza serdestiya xwe ya li Herêma Kurdisatnê ji dest bide û ji ber siyaseta ku bi Tirkiyê re naxwaze Kerkûkê bi dest YNK’ê ve berde, li hêla dî jî YNK ya ku nêzî Îranê ye û nîşan dide ku Kurdistanê bi temamî bi dest PDK’ê ve bernade û hewldana wê ya ku dixwaze Kerkûkê di dest de bihêle.

Kerkûk halê hazir di jêrdestiya YNK’ê de ye. Ku vir bi dest PDK’ê ve berde dawî li siyaseta wê ya Başûr tê. Her wiha PDK jî hesabên kûr dike. Heke Kerkûk, referandûma ku tê gotin were kirin û bi Başûr ve were girêdan, serdestiya heyî ya YNK’ê dom bike, ev li pêş PDK’ê dibe hêzeke mezin a siyasî û aborî. Eniya Îran- Iraq û Şîîr li şûna serdestiya PDK ya nêzî siyaseta Tirk YNK ya ku nêzî wan e tercîh dikin. Ji bo vê jî her çendî têkoşîna li ser Kerkûkê hevkişkişandina PDK-YNK jî be di bûyera dawî de jî xuya bû ku pevçûna sereke di navbera Îran-Tirkiyê de ye.

NÊÇIRVAN BARZANÎ Û PDK’Ê MANEWRA KIRIN?

Heke mirov ji vî alî ve binere, divê mirov dîsa li daxuyaniyên Çavûşoglû ên têkildarî Nêçirvan binere. Ya pêşî; Nêçirvan Barzanî li dijî vê biryara ku meclîsa bajêr a Kerkûkê standî ne xwedî rayeyekê ye.

Ya dî; heke PDK nehêle ku biryareke wiha pêk were li cem Kurdan wê puanên wê kêm bibin. Ji ber ku tiştekî wiha wê nîşan bide ku PDK ya ku tim behsa serxwebûnê dike, naxwaza Kerkûk di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de be. PDK bi ti rengî nikare vê vebêje. Lê ji ber ku pir angajeyî polîtîkayên Tirkan bûye, neçar dimîne ku di mijara Kerkûkê de tavîzan bide. Ji bo vê jî ji hêlekê ve Nêçirvan Barzanî dibêje, ‘’biryar were standin jî bi cih nayê’’ û ji hêla dî ve jî weke ku li biryarê xwedî derdikeve, xwe nîşan dide.

PETROL DIL DIBIJÎNÊ

Ji bo ku em nerîneke giştî li ser van nîqaşan çêbikin divê em careke dî li rewşa siyasî, ekonomîk û etnîk a Kerkûkê binerin.

Kerkûk li gel nasnameya pirrengî her wiha bajarekî wiha ye ku ji hêla petrolê ve dewlemend e. A rast dema ku mirov dibêje Kerkûk, mirov dibêje petrol. Ji ber vê jî xwestokên wê zehf in. Li gorî ajansa enerjiyê ya navnetewî, li gorî daneyên 2014’an hilberîna petrolê ya Iraqê sedî 40 li Kerkûkê ye. Di heman daneyan de rezervên petrolê yên Iraqê sedî 6 li Kerkûkê ye û potansiyele rezervên wê bixwe jî sedî 9 e.

PAREVENEKIRINA WÊ KIR KU REFERANDÛM ÇÊNEBE

Piştî hilweşîna rejîma Seddam di destûrê de wê Kerkûk girêdayî Herêma Federal a Başûr bibûna an girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê wê li gorî xala 140’î a referandûmê diyar bibûya. Dîsa li gorî qanûnê yên ku di dema Seddam de bi zorê hatin koçberkirin w êli bajêr vegeriyana, piştî ku li bajêr serjimarî hate kirin wê referandûma ku siberoja bajêr diyar bikira 2007’an pêk bihata. Lê ji ber ku alî dev ji bajêr neqeriyan referandûm di wextê xwe de çênebû û heta niha j îma.

DAIŞ’Ê REWŞ GUHERAND

Li ser herêmên ku nîqaş  li ser wan heye, dema ku di navbera herêma federal û hikûmeta navendî de rageşî dom dikir, 2013’an hikûmeta Malîkî, li cihên ku Kurdan dixwestin Hêza Operasyona Dîcleyê bi cih kir. Ev gava Malîkî rewş hê dijwartir kir. Hêza Operasyonê ya Dîcleyê wê demê hate heta bi Tuzxûrmatû ku demografiya wê jî dişibiya ya Kerkûkê.

Lê 2014’an piştî ku DAIŞ’ê Mûsil bi dest xist û li gelek deverên Iraqê teror kir, hêzên Iraqê weke li gelek deverên ku nîqaş li ser wan hebû, bêyî yek guleyê jî ji Kerkûkê vekişiya. Vê rewşê jî bi rengekî defacto kir ku Kerkûk ji hêla îdarî û leşkerî ve bikeve destê Kurdan. Li Kerkûkê gerîlayên PKK’ê û pêşmergeyan li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke xurt a parastinê kirin.

SERWERIYA SIYASÎ DI DESTÊ KURDAN DE YE

30’ê Nîsana 2014’an di hilbijartinê de ji 12 wekîlên Kerkûkê 6 ketin destê YNK’ê, du yên PDK’ê, 2 Tirkmen û 2 jî ketin destê Ereban.

Di encama hilbijartinê de Kurd bi piranî xurt derketin, walîtî jî kete destê YNK’ê. Di hilbijartinan de encameke wiha derketibû, her kes li benda referandûmê bû lê êrîşa 2014’an a DAIŞ’ê ya bi ser Mûsilê de rojev bi temamî guherand. Artêşa Iraqê bi carekê re Mûsil bi dest DAIŞ’ê ve berda, ji Kerkûkê vekişiya û bajar ji hêla îdarî û leşkerî ve kete kontrola Kurdan.