Keleka penaberan noq bû: 4 Kurd mirin

Keleka penaberan ku dixwest ji Fransayê biçe Brîtanyayê noq bû û 4 penaberên Kurd mirin.

Li gorî saloxên ku BBC Tirkî dayî keleka penaberan ku dixwest ji Fransayê bi rêya Deryaya Manşê biçe Brîtanyayê noq bû. 4 penabrên Kurd mirin, 15 kes hatin xilaskirin.

Hate gotin kesên ku mirin ji bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdsitanê hatine û hemû ji yek malbatê ne.

Navê kesên ku mirin; Shiva Mohammad Panahi (35), Rasoul Iran-Nejad (35), Anita (9) ve Armin (6),  bebika 15 mehî Artîn hê nehatiye dîtin.