Kedkaran li gelek navendan çalakî li dar xistin

KESK’ê îxracên kedkaran li Wan, Colemêrg û Agiriyê li kolanan protesto kir.

KESK’ê îxracên kedkaran li Wan, Colemêrg û Agiriyê li kolanan protesto kir.

WAN

Platforma KESK’ê ya Şaxa Wanê, îxracên kedkaran a ji wezîfeyên gelemperî protesto kirin. Kedkar li Parka Feqiyê Teyran a li navçeya Îpekyolûyê li hev civiyan û pankarta “Em ê serî li ber zext, sirgûn û dûrxistina ji kar netewînin” rakirin.

Li ser navê kedkaran Berdevkê Demê yê Platforma KESK’ê ya Şaxa Wanê Vûral Ayturk axivî, destnîşan kir ku wê li dijî bêhiqûqiyan têkoşîna wan bidome û banga berxwedana hevpar li raya giştî ya demokratîk kir. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Li Platforma KESK’ê ya Şaxa Colemêrgê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Li vir Berdevkê Demê yê KESK’ê Alî Tûgan axivî, bal kişand ser zextên li ser kedkaran û got; “ Avakirina rejîmek keyfî ye.” Tûgan her wiha biryara girtina saziyên çapemeniya azad jî bi bîr xist û wiha pê de çû; “Sûcên me ne nepenî ne.”

AGIRÎ

Îxracên gelemperî li Agiriyê jî hat protestokriin. Kedkarên gelemperî li ber avahiya Şaxa KESK’ê li hev civiyan û pankarta “Zext Nikarin me bêzar bikin” vekirin. Sekreterê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) ya Şaxê Heval Bozdag diyar kir ku bêhiqûqî gihiştiye asta herî jor û peyam da ku wê li dijî van têkoşîna demokrasiyê mezin bikin