Kedkarên Antalyayê li dijî girtina Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA), rojnameya Azadiya Welat û saziyên din ên çapemeniya azad, nerazîbûn nîşan dan. Serokên Şaxên Antalyayê yên girêdayî sendîkayên KESK’ê diyar kirin ku zextên li ser çapemeniya azad li dijî kedkaran pêk tê, gotin ku ev biryarên girtinê ji bo qutkirina dengê kedkaran e.
Serokê Egîtîm Sen ê Şaxa Antalyayê Kadîr Ozturk destnîşan kir ku faşîzm bi awayekî bêperwa êrîş dike, bi bîr xist ku di 40 salên dawî de ev êrîş a herî berfireh e. Ozturk bi bîr xist ku ji bilî berxwedana li dijî zextan ti rêkên din nemane, îfade kir ku tenê bi berxwedanê dikarin faşîzmê têk bibin.
Serokê Sendîkaya Kedkarên Buroyê ya Şaxa Antalyayê Mûstafa Ayar jî anî ziman ku bi mohrkirina deriyên saziyên çapemeniya azad dixwazin dengê kedkaran qut bikin, destnîşan kir ku AKP’ê ji hêzên demokrasiyê re qadên jiyanê nehiştine. Ayar van operasyonên bêdengkirinê lenet kir û got; “Yên difikirin ku bi vî şiklî wê me bêdeng bikin, xwe dixapînin. Em ê li her qadê dengê xwe hê gurtir bikin.”
Serokê Kultur Sanat Sen ê Şaxa Herêma Antalyayê Seyfî Tûran jî îfade kir ku ji bo bi ser qirêjiyên xwe bigirin dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin û got; “Li dijî van, em ê bi awayekî hê zêdetir dengê xwe rakin.