KCDK-E: Li hemberî qetlîama Parîsê em ê li her derê dakevin qadan

KCDK-E’yê şoreşgerên jin ên Kurd bi bîr anî yê ku li Parîsê hatibûn qetilkirin. KCDK-E’yê bang kir ku di 6-9’ê Çileyê de bila her kes dakevin qadan.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê derbarê qetlîama Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê dewleta Tirk hatibûn qetilkirin.

Omer Guney ê ku tekane kujerê qetlîamê bû, dema li ber darizandinê bû beriya 23’ê Çileyê ku wê doz bihata kirin, di girtîgehê de mir. Ev ne mirineke normal e û diyar dike ku li pişt vê cînayeta qirêj tevî dewleta Tirk hêzên navneteweyî jî hene. Bi mirina Omer Guney re îspata ku ev qetlîam ji aliyê MÎT’ê hatiye kirin û di heman demê de tevî îstîxbarata Fransayê ev tişt hatiye kirin jî, ji holê hatiye rakirin. Mirina Omer Guney tê wateya nenaskirina îradeya jin, ciwan û gelê Kurd.

Fransa û Tirkiye tevlî rêxistinên îstîxbaratê ketine nav helwesta înkarkirinê ya li dijî gelê Kurd. Ev tişt hêrs, bertek û têkoşîna jin û ciwanên Kurd û gelê Kurd zêde kiriye.

Bi vê mebestê wekî di sala 2013’an de dema ku qetlîam pêk hat em di navbera 6-9’ê Çileyê de bi pêşengiya TJK-E’yê tevlî çalakiyên li her dera dinyayê bibin û bînin bîra Fransayê ku ev qetlîam wê di tariyê de nemîne.”