KCDK-E ji bo pîrozbahiyên Newrozê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E, ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên di 18'ê Adarê de dest pê bikin, banga tevlîbûnê kir.
KCDK-E, ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên di 18'ê Adarê de dest pê bikin, banga tevlîbûnê kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Li dijî DEHAK'an em bi ruhê Hawayan li qadan têdikoşin."
Di daxuyaniyê de hat ragihanin, Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî bedena xwe kirin agirê Newrozê û li li dijî înkar, mêtîngerî û asîmîlasyonê, berxwedana meşa azadiyê ya gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê belav kirine.
KCDK-E destnîşan kir, ku Newroz rabûna li ber înkar û asîmîlasyonê û Pêngava NA ye û got, "Roja mezin; Newroz, ku weke gelê Kurd em ê hevgirtin û yekîtiya xwe careke din nîşan bidin, tê."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê Newroz îsal bikin Newroza ku destketiyên li Rojava veguherîne statuyê, xwedîderketina li xweparastin û xwerêveberiyê û pûçkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi destê PDK'ê tên kirin. Gelê me wê di vê Newrozê de yekîtiya xwe ya neteweyî xurtir bike, bi şiyara 'Ji Rêberê Neteweyî Birêz Ocalan re azadî, statu ji Kurdistanê re' biherike qadên Newrozê."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, pîrozbahiyên Newrozê wê li hemû welatên Ewropayê, li Japonya, Kanada û Awûstralyayê bên lidarxistin û ji 18'ê Adarê heta destpêka meha Nîsanê dewam bike.
KCDK-E ji bo van pîrozbahiyan banga tevlîbûnê kir:
18'ê Adara 2017
Stockholm
Meşa navendî ya li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê
Rennes
Parîs
Kanada Toronto
Îtalya Sardegna
Îtalya Parma
19'ê Adara 2017
Swîsre
Marsîlya
Munster
Îngilîstan
Oldenbûrg
Hambûrg
Hollanda Den Haag
Hollanda Arheîm
Îtalya Sardenya
20'ê Adara 2017
Li hemû welatên Ewropayê, li Kanada, Japonya û Awûstralyayê wê NCDK meşên bi meşaleyan lidar bixe.
Japonya Tokyo
21'ê Adara 2017
Li gelek welatan, wê li meclîsên neteweyî û eyaletan resepsiyona Newrozê bê dayîn.
Kanada Montreal
Îtalya Roma
23'ê Adara 2017
Awûstralya
24'ê Adara 2017
Peîne
25'ê Adara 2017
Danîmarka
Awûstralya Campell Street Blactovn
Fransa Touloûse
Fransa Montpellîer
Bruksel
Awûstûrya Innsbûrg
Swêd Goteborg
Îtalya Roma
26'ê Adara 2017
Strasboûrg
Îtalya
Bordeaûx
Dragûînîan
Brengez
Swêd Mamloo
1'ê Nîsana 2017
Awûstralya Sydney
Norwêc
Awûstûrya Viyana
9'ê Nîsana 201-7
Îtalya Mîlano