KCDK-E ji bo çalakiyên 9-10'ê Kanûnê banga tevlîbûnê kir

KCDK-E ji bo meş û mîtîngên "Ji bo ewlekarî û azadiya Rêber Apo" ku wê bi wesîleya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê di 9 û 10'ê Kanûnê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), meş û mîtîngên ku ji bo çûyina heyetek ji CPT ji bo Îmrailyê tên lidarxistin, li gelemperiya Ewropayê belav dike.

KCDK-E li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku Hefteya Mafên Mirovan a ku aştî, mafên mirovan, demokrasî û azadî li gelemperiya cîhanê lê bê nîqaşkirin, dest pê dike.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, komkujî, zext û şîdeta ku faşîzma AKP/MHP li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dike didome û hat destnîşankirin ku bi girtina siyasetmedarên Kurd, hevşaredaran, akademîsyenan, rojnamevanan, rêveberên tevgerên kedê û jinê re hewl tê dayin hemû mûxalefet û cihêrengî werin tinekirin.

BERXWEDAN MAFEKÎ GERDÛNÎ YE

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, têkoşîn û berxwedana li dijî faşîzm û dîktatoriyê di danezana mafên mirovan a gerdûnî ya navneteweyî de weke mafekî bingehîn cih digire û hat ragihandin, saziyên navneteweyî û Yekîtiya Ewropa li şûna ku li gorî vê yekê siyasetê bikin, li ser bingeha berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî tevdigerin.

BÊDENGÎ HÊZÊ DIDE ERDOGAN

KCDK-E da xuyakirin ku ev bêdengî hêzê dide Erdogan ê dîktator, polîtîkayên wî erê dike û got: "Halbûkî, Yekîtiya Ewropa ya ku dibêje ew demokrasiyê diparêze divê piştgiriyê bide parêzvanên demokrasî, wekhevî û azadiyê."

KCDK-E diyar kir ku xemsariya CPT û Konseya Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li ser Ocalan dike ku Tirkiye hê bêperwa tevbigere û got, "Em ê daxwaza çalakiya KCDK-E û TJK-E ya li ber avahiya CPT, ku dixwaze CPT heyetekê bişîne Îmraliyê, li hemû welatan bînin ziman."

ROJÊN 9 Û 10'Ê KANÛNÊ WE LI GELEMPERIYA EWROPAYÊ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN

KCDK-E da xuyaikrin ku bi wesîleya Roj/Hefteya Mafên Mirovan wê rojên 9 û 10'ê Kanûnê li welat û bajarên navê wan li jêrê hatine nivîsandin meş û mîtînga nji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixin. Di daxuyaniyê de bang li hemû parêzvanên mafên mirovan, wekhevî, azadî û demokrasiyê hate kirin ji bo tevlî van çalakiyan bibin.

ÇALAKIYÊN 9'Ê KANÛNÊ

SWÊD
Cih: Norra Bantorget / STOCKHOLM
Saet: 13.00

YEWNANÎSTAN
Cih: Li pêşiya kampa Lavrîonê
Saet: 15.00

QIBRIS
Cih: Limassol
Saet: 19.00

KANADA
Toronto
Cih: Dundes and Yong
Saet: 17.00

ALMANYA

HANNOVER
Cih: Meş û mîtînga li ber HBF
Saet : 14.00

BODENSEE
Cih: Wilhelmplatz
Saet: 16.00

KOLN
Cih: Ji bo gelemperiya eyaleta NRW li Bahnhofvorplatz a Kolnê
Saet: 13.00

HAMBÛRG
Cih: Meş û mîtînga li ber HBF
Saet: 15.00

BERLÎN
Cih: Hermannplatz
Saet: 15.00

DARMSTADT
Cih: Luiesen Platz
Saet: 14.00

HOLLANDA

AMSTERDAM
Cih: Stadhuis aan de Amstel, Waterlooplein
Saet: 13.00

AWÛSTÛRYA

INNSBRUCK
Cih: Franziskanerplatz
Saet: 14.00

NORWÊC

OSLO
Cih: Trafikanten
Saet: 18.00

AWÛSTRALYA

SYDNEY
Cih: 2 Romfod rd kings park SYDNEY
Saet: 19.00

FRANSA

PARÎS
Cih: Gare de l’Est / PARÎS
Saet: 15.00

MARSÎLYA
Cih: Place Canebiere MARSÎLYA
Saet: 13.00

SWÎSRE

ZURÎCH
Cih: Rathausbruecke, Limmatquai 55, 8001 Zurich
Saet: 15.30

ÇALAKIYÊN 10'Ê KANÛNÊ

ÎNGILÎSTAN

LONDON
Cih: Ji ber BBC heta Westminster Parlement Square wê meş bê kirin û mîtîng bê lidarxistin
Saet: 12.00

DANÎMARKA

KOPENHAGEN
Cih: Kultorvet / KOPENHAGEN
Saet: 15.00

YEWNANÎSTAN

ATÎNA
Cih: Meydana Akademîa / ATÎNA
saat: 13.00

ELMANYA

HANNOVER
Cih: Li pêşiya HBF
Saet : 12.00

HANAÛ
Cih: Standa agahdarkirinê li Marktplatzê
Saet: 13.00-15.00