Karkerên di Bendava Farqînê de dixebitin çalakî pêk anîn
Karkerên di Bendava Farqînê de dixebitin çalakî pêk anîn
Karkerên di Bendava Farqînê de dixebitin çalakî pêk anîn
Li navçeya Farqîn a Amedê karên li înşata Bendava Farqînê de dixebitin, ji ber ku heqdestê xwe nagirin û ji kar hatine avêtin çalakî pêk anîn.
Karkeran bi hinceta ji kar avêtin û negirtina heqdestê xwe dest ji kar berdan. Karkeran diyar kirin ku bi mehane maaşê xwe negirtine û di şert û mercên dijwar de dixbitin, ligel vê hinek hevalên wan ji kar hatine avêtin.
Li ser navê karkerên çalakî pêk anîn Yaşar Korkutan got: “Ji Trabzon, Eskîşehîr, Uşak û bajarên din karkeran tînin. Yên Amedê jî ji kar derxisin. Waliyê Amedê bi xwe got dê ji sedî 70 ciwanên gundan bînin û bikin kar. Dema pevçûn hebûn em dixebitin. Niha pevçûn qediyan me j kar derdixin û ji bajarê din karkeran tînin. Me ji kar davêjin. Me jî çalakiyek wisa pêk anî. Niha her tiştê me qedyaye. Em heqdestê xwe nagirin. 40 kes ji kar hatin avêtin. Ev hejmar dê zêde bibe. Niha pêvajo baş bû, hewcedarî bi me nabînin. Em nekarin kîraya xwe bidin. Pere berîka me de tune. Em an dê bixebitin an jî dê kar bidin sekinandin. Ev wisa nabe. Em dixwazin karê xwe bidomînin. Ev kar heqê me ye. Ji xwe sewalkarî miriye. Em mexdur bûne. Em nekarin xwe îfa de bikin. Em nizanin sîgorteyên me tên razan an na. Agahiya me ji tiştekî nîne.”
Karkeran li ber şantiyê çalakiya runiştinê da destpêkirin.