Karataş ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Şervanê HPG’yî Recep Karataş ê ku di şerê Herêma Avgasor a Dersîmê de jiyana xwe ji dest dabû ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Şervanê HPG’yî Recep Karataş ê ku di şerê Herêma Avgasor a Dersîmê de jiyana xwe ji dest dabû ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Şervanê HPG’yî Recep Karataş (Roj Gabar) ê ku di 7’ê Mijdarê şerê Herêma Avgasora Dersîmê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Bucaya Îzmîrê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
MEYADER’a Îzmîrê û gelek nûnerên DBP û HDP,hevserokê navçeyan beşdarê merasîma cenaze bûn.
Cenazeyê Karataş ji aliyê konvoyekî gelek wesayitan ve hate pêşwazîkirin û piştî vecîbên olî hate defirnkirin. Ji bo têkoşerên tevgera azadiyê deqeyek rêzgirtin hate girtin.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê bajêr ê HDP’ê Mafuz Guleryuz sersaxî li gelê Kurd re xwast û got: “Divê em xwedî li têkoşîna van berxwedêran derkevin.”
Di piştî merasîmê girse derbasî konê sersaxiyê ku li ber mala şînê hatibû vedan bûn û sersaxî ji malbatê xwestin.