Jinên rastî şîdetê tên ji sedî 86’ê wan bi zorê tên zewicandin
Jinên rastî şîdetê tên ji sedî 86’ê wan bi zorê tên zewicandin
Jinên rastî şîdetê tên ji sedî 86’ê wan bi zorê tên zewicandin
Navenda Pêkanîn û Lêkolînê ya Pirsgirêkên Jinan a Wanê (VAKASUM) ku girêdayê şaredariya Wanê de diyar kir ku ji sedî 86 jinên serî li wan didin bi zorê hatine zewicandin.
VAKASUM’ê diyar kir ku jinên rastî şîdetê tên û dest ji hevserê xwe berdane, ji ber sedemên pirsgirêkên cih û aboriyê, gelekên wan neçarî hawira şîdetê qebûl dikin û ev jî rê liber travmayên mezin vedike.
VAKASUM’ê der barê xebatên xwe yên serlêdana jinan de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha te gotin: “Di meha daweî de 21 jinî serî li me da. Ji bilî navenda wê 4 kesan serî l ime da. Me piştgiriya psîkolojîk, hiqûqî û starbûnê danê. Zewacên bi zorê hêj gelekin. Di serlêdanan de ji sedî 86’ê jinan bi zorê hatine zewicandin. Çîroka her jinekê li mala bavê wan dest pê dike û li mala hevserê wan kurtir dibe. Pirsgirêka herî mezin jî ya aboriyê ye. Jinên dixwazin dest ji hevserê xwe bedrin, ji ber pirsgirêkên aborî dijîn, neçarî zewacê didomînin û ev jî rê li ber travmayên mezin vedike.
VAKASUM’ê da zanîn ku der barê jinên rastî şîdetê tên de xebatên qadê dimeşînin.