Ji YPG'ê çalakiya tolhildanê
Ji YPG'ê çalakiya tolhildanê
Ji YPG'ê çalakiya tolhildanê
Tûgaya Şehîdên Helebê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku şervanên wan çalakiya tolhildanê li dijî topbarana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê lidarxistiye. Di encamê de endameke hêzên ewlekariya siyasî ya Sûriyê hate kuştin û 11 kes jî dîl girtine.
Tûgaya Şehîdên Helebê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir şervanên wan çalakiya tolhildanê li dijî topbarana hêzên rêjîma Sûriyeyê ya duh li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk anîbû û di encamê de 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û 11 kes jî birîndar bibûn, pêkanîne.
Tûgaya Şehîdên Helebê dazanîn ku şervanên wan li xaçe rêya yekê ya Eşrefiyê êrîş li dijî hêzên rêjîmê pêkanîne û di encamê de endameke hêzên ewlekariya siyasî ya rejîmê hatiye kuştin û 11 kes jî dîl girtine.
Herwiha Tûgaya Şehîdên Helebê balkişandin ku, ewê di xeta parastina gel a rewa de bi îsrar dewam bikin. Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku parastina rewa mafê hemû gelan e û ew li ser vî esasê dê gel biparêzin.