Ji YNK’ê peyama piştgiriya bi Ocalan re
Ji YNK’ê peyama piştgiriya bi Ocalan re
Ji YNK’ê peyama piştgiriya bi Ocalan re
YNK’ê di peyama dayî de piştgiriya xwe ya bi pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin nîşanda û diyarkir ku, ew bi hêvîne ku bi peyama Ocalan dê şer cihê xwe ji aştiyê re bihêle. YNK’ê da zanîn ku, peyama Ocalan peyama qonaxekî nû ya dîrokî ye.
Polîtburoya Siyasî ya Yeketiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newroza dîrokî ya Amedê de hate ragihandin peyamek da û piştevaniya xwe ya bi pêvajoya Ocalan dayî destpêkirin ragihand.
YNK’ê da diyarkirin ku, Em bi hêvîne ku aştî di nav lûleya tifengan derbikeve û li şûna rondikan biratî û aştî were sazkirin. Em bi hêvîne ku makezagona Tirkiyeyê bêguhertin û hemû gelên din jî têde mafdar be. YNK’ê aşkera kir ku, ew hêvî dikin ku proseya aştiyê di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de bê pêşxistin û ji aliyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan û Rêberê Kurdistanê rêzdar Ocalan ve li koşka parlementoya Tirkiyeyê bête morkirin.
YNK’ê destnîşan kir ku, “Di Newroza Amedê de ji milyonekî zêdetir Kurdên aştîxwaz rabûn serxwe, her wiha li her çarparçeyên Kurdistanê Kurd hertim alîgirên aşitî, demokrasî û azadiyê bûn, lê mixabin ji ber ku kêm guhdarî daxwazên Kurdan hate kirin, Kurd jî neçarman dest bi avêjin çekan û parastina Kurdistanê bikin. Lê belê gelê Kurd her tim alîgirê aşitî û demokrasiyê ne.”
Polîtburoya YNK’ê di peyama dayî de aşkera kir ku, peyama birêz Ocalan; peyama qonaxek nû ya dîrokî ya xebata siyasî û şêwazê bicih anîna armanca demokrasiyê ya neteweya me ye di serdema cîhangiriyê de.