Ji xwarina piştevaniyê ya HDP’a Îzmîrê re eleqeyek mezin
Ji xwarina piştevaniyê ya HDP’a Îzmîrê re eleqeyek mezin
Ji xwarina piştevaniyê ya HDP’a Îzmîrê re eleqeyek mezin
Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel tevlî xwarina piştevaniyê ya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Îzmîrê bû û got: “Zêdetir nîqaşekî li ser dijberiya AKP’ê tê kirin. Hevalên hêja; ha AKP, ha CHP, ha MHP tu ferq di navberê de tuneye. Ya girîng avakirina desthilatdariya me ye.”
Di xwarina piştevaniyê ya Rêxistina HDP’a Îzmîrê li Cafe-Dengî hate dayîn û nêzî 3 sed kes tevlîbûn.
Destpêkê Serokê HDP’a Îzmîrê Cavît Ugur axaftinek kir û sipasiya hemû saziyên tevlî xwarina piştevaniyê bûne kir.
Piştre nûnerên EMEP, SDP, Keskan û Çep, DSÎP û SYKP axivîn.
Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel di axaftina xwe de got: “Di dema pêş de çi li benda me ye?Li hember berpirsyartiyên li benda me ne em dê çi bikin? Li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê sîstemek nû tê danîn. Kevirên li Tirkiyeyê em dixwazin bicih bikîn. Li vî welatî kî heye, em dixwazin ava bikîn. Em pêşerojek çawa dixwazin, wê demê ji bo avakirina pêşerojekî hevpar, pêwîste em tekoşîna xwe bilind bikîn. Em dê cîhanek nû ava bikîn. Li Rojhilata Navîn gel, wekhevî, azadî û edaletê dixwazin. Êdî rejimên tundraw û otorîte nayên qebûl kirin.”
Tuncelê balkişande ser ku, 30 sale berxwedan didome û wiha axivî: “Me ev berxwedan herî dawî li Gezî jî dît. Em dê 2013’ê li qada Amedê perspektîfa çareseriyê ya Birêz Abdullah Ocalan û berxwedan Gezî bi hev re nîqaş bikîn. Em di demek nû de ne. Yê ku zimanê vê pêvajoyê fêm dike û tişta pêwîst bike dê qezenc bike. Birêz Ocalan digot ‘Ev ne dawiye, ev destpêkeke’. Mesele eve; em neçarin destpêkê baş binirxînin. Em guhertinên li Rojhilata Navîn dîtin, di bicih anînê de di refê de man. Di dema pêşiya me de, peywirên dikevin ser milê me hene. Pêwîste em her roj li kolanan bin.”
Tuncel balkişande pêvajoya hilbijartinên herêmî û ên giştî kir û got: “Di derbarê pêvajoya hilbijartinê de nîqaşek wiha heye. Zêdetir nîqaşek li ser dijbertiya AKP’ê tê meşandin. Hevalên hêja; ha AKP, ha CHP, ha MHP tu ferqek nîne. Ya girîng ewe em desthilatdariya xwe ava bikîn. Feraseta rêveberiya herêmî ya hemû partiyên din hemane. Em dixwazin desthilatdariya gel ava bikîn. Eger wekhevî nebe edalet tuneye, edalet tune be aştî jî tuneye. Mesel eve…”
Piştî daxuyaniyan Komeleya Muzîsyenên Îzmîrê stran gotin.