Ji Wîlders parvekirina Erdogan ê 'terorîst' ê bombeyî

Siyasetmedarê Hollandayî Wîlders li ser hesabê şexsî yê Twîtterê, karîkaturekî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan parve kir ku ew weke êrişkarekî li ber teqînê ye tê nîşandan.

Daxuyanî û parvekirinên ku Tayyîp Erdogan û partiya wî AKP'ê weke berpirsyarê êrişên olperest ên li Ewropayê nîşan didin, roj bi roj hîn bêhtir dikevin rojevê.

Di demekê de ku polemîka Erdogan a bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re di rojevê de ye, siyasetmedarê rastgir ê Hollandayê lîderê partiya PVV Geert Wîlders li ser hesabê xwe yê karîkaturekî Erdogan weşand. Di karîkatur de Erdogan weke êrişkarekî tê nîşandan ku li ser kumê wî bombeyek li ber teqînê heye. Wîlders karîkatur bi gotina 'terorîst' parve kir.