Ji TZP biryara avakirina pergala perwerdeya modernîteya demokratîk
Ji TZP biryara avakirina pergala perwerdeya modernîteya demokratîk
Ji TZP biryara avakirina pergala perwerdeya modernîteya demokratîk
Di danezan 2. Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdistanê (TZP) de hate diyar kirin ku TZP Kurdistan wê li zimanê tevahî gelan xwedî derkeve. Di konferansê de wek biryara herî girîng “avakirina pergala perwerdeya modernîteya demokratîk” hat girtin.
2. Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdistanê (TZP) ku di navbera 19-23 Îlonê de bi beşdariya 65 delegeyan pêk hat danezana konfeansê bi raya giştî re parve kir. Di danezan konferansa ku bi durişma “Zimanê Azad, Rêberê Azad, Kurdistana Azad” li Herêmên Parastinê yên Medya pêk hat de biryarên girîng hatin stendin.
Di danezanê de hat diyar kirin ku duyemîn konferansa ziman û perwerdeyê di pêvajoyeke gelek girîng û çalak de hatiye lidarxistin û wiha hate gotin: “Di pêvajoya ku ji aliyê dewletên serdest û xakê Kurdistanê dagir kirine, vê dagirkeriyê ji xwe re rewa dibînin, bi ti awayî mafê herî xwezayî ku mafê bi zimanê dayikê perwerde dîtin û xwe îfade kirine înkar dikin, bangeşeya ‘yek ziman, yek netew û ol’ dikin de li darxistina konferansa ziman û perwerdeyê bersivdayîna van bangêşeyane. Konferansa me bi rojevên gelek dagirtî çar rojan domî. Di gel xwendina perspektîfên Rêber Apo, rewşa siyasî, rêxistînî hat nirxandin; di derbarê destnîşankirina pergala perwerdeya neteweya demokratîk de jî gelek nîqaşên girîng hatin kirin û biryarên gelek girîng divê mijarê de hatin girtin.”
‘BAYÊ ŞOREŞA ROJAVA HEYECANEKE CUDA DA KONFERANSÊ’
Hat diyar kirin ku di konferansê de, pêşketinên di cîhan û Rojhilata Navîn de qewimîne jî hatine nîqaş kirin û danezan wiha berdewam kir: “Di gihandina pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad de, felsefeya Rêber Apo derfetên berfireh li ber gelê Kurd û gelên heremê vekiriye. Bi taybetî pêvajoya ku Rêbertî di 21’ê Adara 2013’an de daye destpêkirin asta têkoşînê gihandiye qonaxeke jor a ku ji hemû deman zêdetir nêzikî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Bi taybetî di pêvajoyeke ku gelê me bi her awayî bi qirkirina çandî re rû bi rû ye de lidarxistina konferanseke bi vî rengî di gihandina xwebûnê de gaveke watedar e. Delegeyên ku ji çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat hatî her yek bi rengê xwe coşeke cuda tevlî konferansê kirin. Bayê şoreşa ku ji Rojavayê Kurdistanê rabûbû bi tevlîbûn û ragihandina delegeyên mamoste û xebatkarên ziman ên ji wê derê heyecaneke cuda da konferansê. Sîstema perwerdeyê ya ku di bin êrîşen giran de li Rojava hatî sazkirin û qursên zimanê Kurdî ji bo avakirina Neteweya Demokratîk hêviyeke xurt, şênber bi beşdaran re çêkir.”
‘HER MALEK DIBISTANEKE’
Danezan bi van gotinan berdewam kir: “Dewletên dagirker ên li Kurdistanê her çiqas ji her aliyî ve di nava alozî û qeyranan de bin jî dema mijar dibin zimanê Kurdî bi helwestên gelek dijwar di qedexeyên xwe de israr dikin. Lê gelê Kurd ê ku bi feraseta azadiyê bûne berxwedêr êdî ne li hêviya tu hêz û dewletan in ku mafên wan ê zimanê dayîk bidin. Li her devera ku serî radikin ji bo avakirina pergala perwerdeya aîdî xwe ya Neteweya Demokratîk pêngavan didin destpêkirin. Yek ji van pêngavan jî di vê demê de boykot kirina dibistan, ango aşê bişaftinê ne. Ji aliyê konferansa me ve biryara boykotê bi rêz hat silav kirin. Di heman demê de asta biryardariya avakirina dibistanên zimanê dayikê jî derket holê. Bi armanca rê bişaftin û xwe bişaftinê girtinê bi feraseta ‘Her malek dibistaneke’ kar û xebatên ziman û perwerdeyê bi rêxistin kirin weke xala sereke hat destnîşan kirin. Di dîroka Kurdan de hêviya gel ji çand û zimanê wî hatiye şikandin. Lê îro em dinihêrin ku ji bexçeyên zarokan, heta zanîngehê gihîştiye asteke wisa ku dikare bi zimanê Kurdî û feraseta demokratîk perwerdeya xwe lidar bixe. Materyalên perwerdeyê yên ku hatine amadekirin, weke materyalên perwerdeya neteweya demokratîk hatin pênase kirin û pejirandin.”
‘TZP KURDISTAN WÊ LI ZIMANÊ TEVAHIYA GELAN XWEDÎ DERKEVE’
Di konferansê de pêvajoya di Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad de rola perwerdeyê bi berfirehî hate nîqaşkirin û wiha hate gotin: “Rê û rêbazên perwerdeya aydî neteweya demokratîk a Kurd bi teknîkên zanistî ku hatine sazkirin û xebat li serê berdewam in ji delegasyonê re hatin parvekirin. Di gel ku pergal û rêbazên perwerdeya modernîteya demokratîk hate nîqaşkirin, yek ji xalên herî sereke ya vê konferansê jî; gelê Kurd li her deverê ku lê dijî wê ne tenê li mafê xwe yê ziman û perwerdeyê xwedî derkeve, di heman demê de wê zimanê tevahî gelên din, bi taybet zimanên ku ber bi helandin, bişaftinê ve diçin û gîştine asta linavçûnê jî wê ji niha û pê ve xwedî derkeve. Çawa ku zimanê Kurdî ji nava zimanên mirî derxist û xiste nava zimanên zindî bi heman şêwazê wê ji niha û pê ve TZP Kurdistanî wê li zimanê tevahî gelan xwedî derkeve. Di vê mijarê de asta biryardariyê bi qasî ku li pêş bû, di vê mijarê de jî xwe giyan biryarên pir giring. Ev biryar wê tenê çarenusa gelê Kurd na, çarenûsa gelên herêmê jî diyar bike.”
Konferansa ku li ser qirkirina çand û ziman jî sekiniye, bi taybetî ji parastin û pêşvebirina çand û zimanên weke mîrateyên mirovahiyê xwe berpirsiyar dîtiye. Hat gotin ku gel wê bi tu awayî rê nede qirkirina gelan a fizîkî û çandî û wê bi her awayî li dijî van nêzikahiyan di nava têkoşînê de be.
BIRYARA AVAKIRINA PERGALA PERWERDEYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK
Di danezanê de wiha hat gotin: “Konferansa me bal kişand ser polîtîkayên hukumeta AKP’ê û Cemeeta Gulen yên di derbarê waneyên bijartî û dibistanên mina Artuklu û Alparslan yên ku bi armanca gelê me û civaka me ji cewherê Kurdîtiyê, rihê berxwedan û serhildanê dûr dixe. Êdî bi zimanê Kurdî kurdan qir dikin. Bi zimanê kurdan dikin tirk. Ev sazî û polîtîka weke sazî û dezgeyên gelê Kurd ji çanda kurdî dûr dixin û xebatên sixuriyê pêş dixin nirxand. Li dijberî van sazî û dezgeyan biryara bilindkirina têkoşînê girt. Yek ji biryarên herî giring jî yê vê konferansê avakirina pergala perwerdeya modernîteya demokratîk bû. Çawa ku ji bo gelê Kurd avakirina pergaleke xweser li gorî taybetmendiyên herêman guncaw dît; ji bo tevahî gelên ku li ser xakên Kurdistanê dijîn, bi sedan sale li gel gelê Kurd di nava biratiyê û wekheviyê de dijîn de jî xwedî biryar bû. Xwedî derketin û parastina zimanê tevahî netewên ku li xakên Kurdistanê dijîn weke rêgez pejirand. Di pergala perwerdeyê de bi qasî ku giringî da tevahî zaravayên Kurdî, ewqasî jî giringî da pêşxistin û zindî kirina zimanê netew û gelên di heman xakê de niştecîne. Konferansa me bang li gelê Kurd ên ku li her deverê dijîn kir da ku xwedî li nirx û rûmeta xwe ya neteweyî derkevin. Di tevahî qadên jiyanê de bi Kurdî bihizire, bi kurdî bi axive û Kurdî bijî; bang li jin û ciwanan kir ku bi rihekî fedaîyane xwedî li ziman, çand û mafên xwe yên prewerdeyê derkevin, ziman di tevahî qadên de jiyanî bikin, pêşentiya pêşxistin û peşve birina zimanê dayikê bikin.”
Konferansê Şehît Viyan Amara, Şehît Baz û Şehît Azadî weke mamoste, şehîd û têkoşerên ziman û perwerdeyê pejirand û di kesayetiya wan de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anî û asta biryardarî û şopdariya xwe li beramberî tevahî şehîdên şoreşê diyar kir.
Di dawiya danezanê de wiha hat gotin: “Li ser navê delegasyona konferansê di hefteya boykot û çalakiyên ziman û perwerdeyê de bang li tevahî gelê me, raya giştî ya demokratîsxwaz û gelên ku li ser axên Kurdistanê dijîn dikin, bi awayekî çalak û bi hêz tevlî biryara boykotê bibin û sonda tirkan red bikin.”