Ji SKM’ê bo jinan banga berxwedanê
Ji SKM’ê bo jinan banga berxwedanê
Ji SKM’ê bo jinan banga berxwedanê
SKM’ê bang li hemû jinan kir ku ji bo serhildana gel çiye nîşanê AKP’ê bidin, dakevin kolanan û qadên jiyanê.
Meclisa Jinan a Sosyalîst, banga “Ji bo em serhildana gel çiye nîşan bidin û berxwedanê mezintir bikin, dakevin kolan û qadên jiyanê' li jinan kir.
SKM’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku bir armanca piştevaniya bo berxwedana Taksîmê li hemû bajaran qadên jiyanê avabûne û got: “serokwezîr Erdogan helwesta xwe didomîne. Erdogan berxwedêrên Parqa Gezî ya Taksîmê tehdît dike. Bi vê yekê hê jî peyama gel fêm nekiriye.
SKM’ê da zanîn ku Taksîm serhildana gel e û wiha pê de çû: “Taksîm peyama jinan a mudaxalekirina nêrîn û beden û jiyanê ya Erdogane. Bi hezaran ji li Stenbolê, li bajarên din daketine kolanan û hewl didin bi Erdogan bidin fêm kirin. Berxwe didin û xwedî lê derdikevin. Lê Erdogan peyamê fêm nake. Divê em dubare dubare vê ji wan re vebêjin. Divê jin zêdetir dakevin kolanan û cih di berxwedanê de bigirin. Divê em vê berxwedanê ji hemû kesî re vebêjin. Divê em ruyê rast yê AKP’ê û dewletê nîşan bidin.”