Ji polîsên Frankfûrtê îşkence û binçavkirin
Li Frankfûrtê, Kurdistaniyê bi navê F.Ş ê li dijî êrîşa faşîstan xwe parast, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Li Frankfûrtê, Kurdistaniyê bi navê F.Ş ê li dijî êrîşa faşîstan xwe parast, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê pêr ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli çalakiyek hatibû lidarxistin, lê belê faşîstan êrîşî çalakiyê kiribûn. Di şerê li vir de 4 faşîst birîndar bûbûn.
Polîsan ev rewş kir bahane û avêt ser mala kesê bi navê F.Ş. Di serdegirtinê de F.Ş. û kurê wî S.Ş. ê 13 salî bi lêdanê hatin binçavkirin.
Polîsên ku deriyê xanî şikandin, eşyayên li malê jî ji hev xistin.
Zarokê bi lêdanê hat binçavkirin, bi gumana ku 'dibe ku xwîn rijiyaye ser mejiyê wî' rakirin nexweşxaneyê.
Rewşa birîndaran ên li binê çavan wê sibe diyar bibe.