Ji Otuken amadekariya provakasyoneke mezin

Ji Otuken amadekariya provakasyoneke mezin

Derbarê rêxistina nû ya Gladyoya Tirk Otuken de, ANFê belgeyên balkêş bi dest xistin. Li gorî van belgeyan Rêxistin di nava hewldanên provakasyonek berfireh û mezin de ye. Rêxistina gladyo ya bi navê Otuken, ji pêvajoya ku raya giştî weke dema çareseriyê bi nav dike ne raziye û lewma jî di nava amadekariyên çalakiyek mezin de ye. Li gor vê Rêxistin wê vê plana xwe jî di Newrozê de pêk bîne. Derbarê mijarê de rojnamevan Ferda Çetîn nivîsî.

Li dijî pêvojoya aştî an jî çareseriyê ku raya giştî wisa bi nav dike û hê ji nû destpêkiriye amadekariya provokasyoneke mezin tê kirin..

Hukûmeta AKPê her çiqasî dibêje, wan bi operasyonên wekî Balyoz û Ergenekonê dewleta tarî û kûr qedandine jî bûyerên ku derdikevin îddaya li şûna dewleta kevin dewleta nû hatiye avakirin bi hêz dike.

Bi cudahiyekê tenê yên organîzê de cih digrin û nav tê guhertin.

Êdî navê tarî û kûr tê bikaranîn: ew jî Otûken e...!

Di demên dawî de gelek bûyerên ku rû didin berovajî daxuyaniyên rayedarên hikûmetê û AKPê ne.

Serokwezîrê Tirk Erdogan û wezîrên wî gelek caran ji binçavkirin, girtin û darizandina dema dirêj nerazîbûna xwe anîn ziman.

Beriya bi demekê Serokê Şûraya Dewletê Huseyîn Karakullukçu rewşa bi guman bi awayekî zelal anîbû ziman.

Karakullukçu ku êdî nêzîkatiya wî ya dewletê ne veşartiye wiha gotibû:

"Dema em li vî welatî dinêrin, li min biborin, lê polîs û teşkîlata me ya emniyetê bûne dozger, şahidê pispir bûne dadger, mubaşir bûne midûrê karê nivîsê û piştre jî em rabûne banga edaletê dikin. Tiştekî wisa nabe..."

Karakullukçu bi wan gotinan bal kişandibû hebûna navendeke din di nava sîstema dadgeriya tirk de.

Gelo ma tiştekî eceb li vê derê tineye ?

Hem serokê dadgeriyê ye û hem jî desthilatdare lê ji pêkanînên kêfî û ji derveyî pergalê neraziye.

Ev jî tê wê wateyê ku di nava dadgeriyê de hê jî hebûna hêzeke din heye. Gelo ev hêza ku tevî hikûmetê di nava dadgeriyê de dixwaze desthilatdar be kî ye?  Li ser navê kê tevdigere û hêza xwe ji ku digire ?

Heta ku bersiva van pirsan neyê dayîn, ev nîşaneke ku pêvajoya nû ne du alî, lê pir alî ye.

Pêvajoya muzakereyan ku di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de dest pê kir, tevî guman û pirsan bi giştî pêvajoyeke erênî afirand.

Rayagiştî ya Tirk û Kurd tevî aliyên neyênî ketin nava bendewariyeke baş.

Di pêvajoyeke wisa de li Sînop û Samsûnê dijî heyeta Kongreya Demokratîk a Gelan bi awayekî eşkere êrîşên faşîzan pêk hatin.

Tevî ku yên ev êrîş pêk anîn hejmara wan kêm bû jî, lê waliyên Sînop û Samsûnê û midûrên Polîsan van êrîşana asteng nekirin.

Li şûna ku asteng bikin, di encam de hat xwestin ku ev bûyer pêk werin.

Piştre jî li Hatayê li dijî kongreya BDPê bi heman rengî organîzeyek hat kirin.

Ev bûyer di pêvajoyeke krîtîk û gelek nazik de pêk hatin..

Gelo ev provokasyon tevî vê hewldana hukûmetê pêk hatin an jî agahiya wê ji wab hebû?

Muxatabê vê pirsê Wezîrê Karên Hundir û Serokwezîr e û hê jî bersiv nedane vê pirsê.

Niha di destên me de belgeyeke gelekî xeternak heye,

Qeydên axaftina di MSN'ê de di 18ê Sibata 2013an de hatine kirin.

Nîck an go navên hatine bikaranîn:

Sancakbey, Yarbay, Teğmen…

Ev her sê şexs li ser mijarên pir girîng û ciddî, diaxivin.

Ji axaftinê diyar dibe, ku şexsê bi navê Sancakbey amîrê her du şexsên din e, û 'weke fermandarê min' xîtabî wî dikin.

Kesê bi navê Sancakbey ji bo her du şexsên din wiha dinivîse:

Li Sînopê weke, ku me xwest pêk hat, berxwedana me çiqasî ne super be jî baş bû.

Kesê bi navê Yarbay jî bersivê dide:

Bi saya we fermandarê min. Moralê hevalan pirr baş e. Em ji we li hêviya agahiyekê ne.

Kesê navê Tegmen bi kar tîne dikeve navberê:

Min îro paket şandin. Wê roja Çarşemê bikeve destên wan. Problem nîne.

Axaftina wan wiha didome:

Sancakbey: "Me hê di mijara cih de biryar nedaye. Emê ji du alternatîfan yekê pêk bînin. Hûn her du planan jî amade bikin. Li navenda wan.... Emê binerin"

Yarbay: "Gelo bi tesîre an bi bandore?"

Sancakbey: "Îro an jî sibê divê qeydî bighîjin destên me. Em binerin çawa çêdibe, emê li gorî wê biryarê bidin bê wê kû der be. Roja Yekşemê li heman cih û di heman saetê de em hev bibînin"

Ev axaftina di navbera van her sê kesan de jî nîşan dide, ku bûyera li Sînopê bi awayekî rêxistinkirî û organîze pêk hatiye..

Her wiha di dewama axaftinê de jî nîşan dide, ku amadekariyeke çalakiyên nû tê kirin û zelale, ku bi paketan teqemenî hatine şandin..

GELO DI HEDEFA SÛÎKASTAN DE HEVSEROKÊN BDP'Ê HENE?

Heman rojê bi şev saet 23 û 15an kesê bi navê Sancakbey vê carê bi kesekî bi navê Alîreîs re diaxive..

Alîreîs ji Sancakbey re dibêje: "Heke ne mijareke girîng bûya, min vê saetê we aciz nedikir. Paket ketine rê û wê di du rojan de bighîjin. Heval difikirin, ku planê biguherin. Hê encameke tam nîne lê heke bû, emê encamê ji we re ragihînin"

Sancakbey bersivê dide:"Çiqasî di nava xilbeyiyê de pêk were, emê ewqasî deng vedin. Ez ji parêzer beg li benda agahiyekê me. Min çawa agahiyek girt ezê we hayedar bikim. Muhtemele, ku roja hevdîtinê agahiyê bide"

Alîreîs:'Lê ezbenî bila ti pirsgirêk dernekeve vê carê û em li benda bûyereke mezin in'

 Kesê bi navê Alîreîs dema vê bersivê de tê fêmkirin, ku beriya niha jî hewldaneke wan a bi serneketiye çêbûye.

Sancakbey jî bi gotina 'Bi we re pirsgirêk dernekeve bi me re dernakeve' bersivê dide.

Ev axaftin balê dikîşîne xebatên du yekîneyên cuda yên heman rêxistinê.

Ev rêxistin xwe ji çalakiyeke mezin re amade dike..

Û dîroka vê çalakiyê jî 21ê Adarê yanî dixwaze di Newrozê de pêk bîne.

Di nîqaşan de derdikeve holê, ku ekîba amadekariya çalakiyê dike niha li Amedê ye.

Wekî din jixwe zelale, ku dema kesê bi navê Sancakbey dibêje 'Emê li navenda wan binerin' behsa Amedê dike.

Û diyar dike, ku ji bo plan têkeve meriyetê pêdiviya ekîbê bi pereyan heye.

Şexsê bi navê Alîreîs jî diyar dike, ku wê pere nebin pirsgirêk, hevalê wan ê bi navê Turan jixwe li Amedê ye û dibêje, wê were agahdarkirin û roja din wê karibe pereyan bide.

WEKE CIHÊ SÛÎKASTAN GELO ENQERE Û AMED HATE PLANKIRIN?

Ji axaftinê jî tê fêmkirin, ku kesê bi navê ji Sancakbey ji bo Turan dibêje 'Zarokekî başe, saxlem û bibawere' û wî baş nas dike.

Her wiha vê pirsa balkêş jî dike: Gelo Turan tayînî navendê bû an jî navçeyan?

Em ji vê yekê jî fêm dikin, ku Turan xebatkarekî dewletê ye, ku di bin destên wî de pere hene, kesekî bi bandor û erkdar e. Dibe ku qeymeqam, mudurê polîsan an jî fermandarê garnîzonê be..

Kesê bi navê Alîreîs piştî dibêje, 'Krokî riyên ketin û derketinê ji min re bi maîlê hatin, ezê ji te re jî bişînim' vê pirsê dike; 'Gelo qeydiya deng a G.K hat?'

Gelekî zelale, ku G.K Hevseroka BDPê Gultan Kişanak e.

Tê fêmkirin, ku Sancakbey û ekîba xwe Gultan Kişanak û hevalên wê dişopînin û ev yek bi vê gotinê tê fêmkirin "Min agahî wergirt, ku G.K wê derbasî Enqerê bibe"

Kesê bi navê Sancakbey ji pêvajoya nû bêzare û vê bêzariya xwe bi van gotinan tîne ziman:"Ev pêvajo bi kêrî wan hat. Lê emê welêt ji wan re nehêlin. Ji bo wan a girîng ne doza wan, lê ka çi bi dest dixin e."

Diyare, ku komeke bi organîze û rêxistinkiriye û gelekî zelal e, ku bûyera Sînopê pêk anîne.

Muhtemele, ku bûyerên li Samsun û Hatayê jî van kiriye û damezrandineke îllegale, ku di nava wan de xebatkarên dewletê jî cih digirin.

Ev rêxistin xwe amade dike, ku di rojên pêş de çalakiyên mezin pêk bîne..

Ji bo vê yekê ekîbên xwe saz dike, guhdarî dike û dişopîne.

OTUKEN AMADEKARIYA PROVOKASYONEKE MEZIN DIKE

KONTR-GERÎLAYÊ TIRK DI NAVA AKP'Ê DE ÇAWA CIH DIGIRE?

Rêxistina gladîo ku jê re digotin Ergenekon, û di nava wê de wezîfedarên dewletê, walî, qeymeqam, rojnamevan, akademisyen, leşker, mudurên polîsan û sivîlan tê de cih digirt, ji ber ku hew bi kêr hat hate têkbirin..

Lê belê ev demeke dirêje, dihate bilêvkirin, ku rêxistineke bi vî rengî ya nû tê avakirin.

Ev rêxistina ku hin kes jê re dibêjin gladioya kesk, em bi hebûna wê jî û navê wê jî dizanin. Bi rêbazê damezrandina xwe, rêxistinkirina xwe û dijminahiya xwe ya Kurdan, cêwiyê Ergenekonê ye..

Û navê wê yê nû jî Otuken e!

Tiştên tên axaftin û me dîtin nîşan dide, ku hukûmet vê mijarê bi awayekî ciddî li ber çavan nagire.

Û qet ne hewceye, ku were gotin, wê berpirsiyarên bûyera herî biçûk, ku bi daxuyaniyên xwe hevserokên BDPê û parlementeran tim weke hedef nîşan didin, wê serokwezîr û wezîrên wî bin.