Ji Oratoryo Nazim Hîkmet, protestoya Taksîmê
Ji Oratoryo Nazim Hîkmet, protestoya Taksîmê
Ji Oratoryo Nazim Hîkmet, protestoya Taksîmê
"Oratoryoya Nazim Hîkmet" a di 50. salvegera mirina helbestvan Nazim Hîkmet de ji aliyê Fazil Say ve hat amadekirin, li bajarê Elmanya Essenê ji aliyê şanoger Genco Erkal ve hat lîstin.
"Oratoryoya Nazim Hîkmet" a ji aliyê Fazil Say ve hat amadekirin, li Şanoya Philharmonie ya li Essenê hat lîstin. Di pêşandana bi beşdariya bi sedan beşdarvanan de Genco Erkal helbestên Nazim Hîkmet şîrove kir. Orkestra ji koro û dibistana muzîkê ya Wûppertalê ya ji 144 kesan jî, ji aliyê Îbrahîm Yazici ve hat rêvebirin.
Oratoryoya Nazim a di sala 2001'ê de Fazil Say ji bo koro û orkestra amade kir, ji pênc beşên "Ciwantî", "Girîgeh", "Li ser mirov", "Li ser welat" û "Li ser jiyanê" pêk tê û 82 deqeyan dewam kir. Di pêşandanê de, beşdaran bexwedana Taksîmê destek kirin û hukûmeta AKP'ê rexne kirin.
Komek ji beşdaran pankarta bi gotinên Nazim Hîkmet "Eger ez neşewitim / tu neşewitî / em neşewitin / Wê çawa taritî derkeve ronahiyê" li salonê daliqand, lê belê wezîfedaran dest lê werdan. Li ser vê yekê beşdaran bi çepikan wezîfedar şermezar kirin û bi vê yekê re wezîfedar neçar man salonê biterikînin.