Ji NY’ê bo Sûriyeyê kampanyaya herî mezin
Ji NY’ê bo Sûriyeyê kampanyaya herî mezin
Ji NY’ê bo Sûriyeyê kampanyaya herî mezin
Netewên Yekbûyî (NY) ji bo alîkairya Suriyeyê kampanyaya herî mezin a dîrokê da destpêkirin.
Rêxistinên di bin bana NY’ê de xebatê dikin diyar kirin ku heta dawiya vê salê, dê nîvê nifûsa Suriyeyê yanî 10 mîlyon kes hewcedariya wan bi alîkariyê hebe û kampanyayek 5 mîlyar dolar da destpêkirin.
Rêxistina alîkariyê ya Zarokan a NY’ê UNICEF’ê diyar kir ku hêj jî li Sûriyeyê bi hezaran zarok li bende alikariyê ne.
Rayedaran diyar kir ku hejmara xwe di kampanyayê de hedef kirine, wisa ne hêsane û got ji bo hewcedariya mirovan a Sûriyeyê bê dayîn, pêwistî bi vî pereyî heye.
Di kampanyaya berê ya ku NY’ê ya 1,5 mîlyarî de jî hikûmetan bi lez tevnegeriyabûn û ji ber vê hatibûn rexnekirin.
Her çiqas ew kampanya negihiştibe hedefa xwe jî, rayedarên NY’ê diyar dikin ku 1,2 mîlyar dolar hatiye taahutkirin.