Ji MPKE’yê biryara PKK ‘ne rêxistina terorê ye’ derket

Ji MPKE’yê biryara PKK ‘ne rêxistina terorê ye’ derket

Meclisa Parlementerên Konseya Ewropayê rapora Tirkiyeyê qebûl kir. Rapor bi guhertina pêşniyaza “PKK ne rêxistinek terorê ye” hate qebûl kirin. Pêşniyaz li beramberî 11 denga bi 150 dengan hate qebûl kirin.

Durrieu da diyarkirin ku, di biryarnameya raporê de li şûna “PKK rêxistina terorê” Rêber Birêz Ocalan” û ji bo PKK’yiyên derdikevin dervey sînor jî “Çalakvanên PKK’ê (activist) bêne bikaranîn dê hîn baştir be.

Piştî nîqaşên ku hatin kirin, dema ku derbazî dengdanê bû madeya bê guhertin ya mijara gotinê, ji 161 dengan 150 deng girtin û hate qebûl kirin. Endamê MPKE’yê yê BDP’yî Ertugrul Kurkçu diyarkir ku, ev pêşketinekî pir girîng bû. koma çep ya MPKE’yê anî ziman ku, di vê rapoê de wana 9 guhertinên pêşniyazê pêşkêş kirine û ji van pêşniyazan 7 hatin pejirandin.