Ji Meclisa Gel a Til Temir banga bihîstiyariyê

Ji Meclisa Gel a Til Temir banga bihîstiyariyê

Hate ragihandin ku hinek kesên çekdar li ser riya gundên ereban ên girêdayî bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê welatiyan radiwestînin û dişelînin. Meclîsa Gel a Bajêr a girêdayî TEV-DEM’ê bang li hemû pêkhateyên bajar kir ku li dijî van kesên dixwazin fitneyê bixin nava gelan, têkiboşin. 

Li bajarê Til Temir ku welatiyên kurd, ereb û asûrî têde dijîn, di rojên dawî de hinek kesên çekdar dixwazin tevlîheviyan derxînin û fitneyê bixin nava gelan. Hate ragihandin ku ev kesên behsa mijarê zêdetirîn li ser riyên gundên ereban ên girêdayî bajarê Til Temir, rê digirin û welatiyan dişelînin, herwiha zextan didin ser wan. Ji ber pêkanînên van kesan welatî di nava fikaran de û ji meclîsa bajêr alîkarî xwestin.

Li ser vê yekê Meclîsa Gel a Bajarê Til Temir a girêdayî TEV-DEM’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku ev kes girêdayî hêzên derve ne û rewşa aram naxwazin û armanc dikin ku fitneyê bixin nava gelan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku meclîsa gel ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û jiyana hevbeş çi ji destê wê were dê bike û bang li hemû şêniyên bajêr kir ku guh nedin van kesan û ji bo biratiya gelan têbikoşin. Meclisa Gel herwiha bang li kesên çekdar jî hate kirin ku rewşa hesas a bajêr li ber çavan bigirin û ji van pêkanînan vegerin.