Ji KCK’ê bo 13 ciwanên di sala 1999’an de hatine qetilkirin bang

Ji KCK’ê bo 13 ciwanên di sala 1999’an de hatine qetilkirin bang

Komîteya Şehîdan a KCK’ê diyar kir ku di sala hezîrana 1999’an de 13 ciwanên kurd ji bo tevli refê gerîla bibin, derketin rê û hêj negihiştibûn refê gerîla li çoltera Şirnexê bê çek-parastijn ji aliyê artêşa tirk ve hatine qetilkirin. Komîteyên nasnameya du ciwanan aşker akir û diyar kirin ku ji bo tespîta nasnameyên din jî xwestin malbat û kesên der barê bûyerê de agahdar serî li saziyên têkildar bin.

Komîteyê di daxuyaniya xwe diyar kir ku artêşa tirk li Kurdistanê bi dehan salane îfazên bê daraz dike û got di sala 1999’an de jî 13 ciwanên kurd ligel ku bê çek bûn qetilkirin.

Komîteyê detsnîşan kir ku ev bûyera ku heta niha rastiya wê baş nizanibû û hê jî taritiya wê baş ronî nebûye bi gelê xwe re parve dikin û wiha pê de çû: “13 ciwanên kurd di sala 1999’an de ku zilm û zordariya li ser gelê xwe qebûl nekirin,biryara tevlibûna gerîla didin. Ev ciwanên qehreman ku temen, zayenda wan jî em nizanin, me hîn kir ku li Şirnexê ketine rê.

DORPÊÇ DIKIN Û QETIL DIKIN

Ev ciwanên qehreman yên kurd ji aliyê hêzên faşîst yên tirk ve tên dorpêçkirin. Ev ciwanên bê parastin û bê çek teslîmê wan nabin. Ji ber vê jî hemû li wir tên qetilkirin.

YA KU HATIYE KIRIN SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE

Dewleta tirk ya ku di nûçeyên xwe de vê yekê wek serkfetinê nîşan dide, ji bilî sûcê mirovahiyê tu tişt nîne. Ev bûyera ku wek serkftina dîrokê ji bo xwe nivîsandiye, sûcê mirovahiyê ye, ji ber ku wan kesan yek guleyek nebarandiye.  Ev ciwanên ku der barê wan de tu tişt nayê zanîn, dibe ku hinek hêj di dibistana seretayî de bûn, dibe ku hinek zanîngeh dixwend.

LI SER AGAHIYÊN MALBATAN ME ŞOPA BÛYERÊ DÎT

Lê em piştî salan şûnde rastî şopa bûyerê hatin. Ev jî li ser agahiyên malbatan pêk hat. Lê me xwe negîhand nasnameyên wan. Ji ber vê jî divê malbat serî li saziyên têkildar bin. Her wiha dîsa kesên ev bûyer bihistibin divê serî li saziyan bidin.

EM SERSAXIYÊ DIXWAZIN

Bi vê wesîleyê em êşa malbatên xwe parve dikin û sersaxiyê dixwazin. Komîteyê da zanîn ku ji nasnameya 13 ciwanan ya du kesan aşkera kirine. Navê du ciwanên  ku di sala 1999’an de ji Stenbolê bot evli gerîla bibin hatin Şirnexê wiha ne:

- Mîthat Koklu yê di sala 1981’an de li Wanê ji dayik bûye

- Necdet Akan yê di sala 1982’an de li Wanê ji dayik bûye