Ji HDK-Ewropayê kampanya 'Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê bisekinîne'

HDK-Ewropa: Ji bo teşhîrkirina Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê, ji bo Tirkiyeyî, Kurdistanî, koçber û Ewropî li ber vê rewşê rabin, me biryar dan kampanyayeke nû bimeşînin.

Koordînasyona Hewldana Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê, encamên civîna xwe ya 7. ku di 20'ê Mijdara 2016'an de li bajarê Koln ê Elmanyayê lidar xist, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Tevî beşdarên ji Elmanya, Swîsre, Fransa, Belçîka û Hollandayê Hevberdevkê berê yê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu jî tevlî civînê bû.

Di encamnameyê de hat ragihandin, ji bo kongreya HDK-Elmanya, xebatên HDK-Ewropa , kongreyên HDK'ê yên li welatê din û kongreya HDK-Ewropayê tecrûbeyên xurt bi dest ketine û hat gotin, "Ev tecrûbe, ji bo dîtin û çareserkirina kêmasiyên xwe, girîng e. Kongre destnîşan dike, ku li Elmanyayê ji bo xebatên HDK'ê potansiyeleke xurt heye û yên bixwazin di nav xebatên HDK-Ewropayê de cih bigirin, zemîneke girîng dafirîne."

WÊ DI 4-5'Ê SIBATA 2017'AN DE KONGREYA HDK EWROPAYÊ WERE LIDARXISTIN

Di encamnameyê de hat ragihandin, xebatên damezrandinêy a HDK-Ewropa wê bidomin û hat gotin, "Xebatên me yên damezrandina HDK-Ewropayê, wê bi kongreyên bajaran û welatan bidomin. Di 4-5'ê Sibata 2017'an de em ê kongreya xwe ya Ewropayê lidar bixin. Xebatên me yên rêxistinî û siyasî wê di zikhev de bên meşandin.

Civîna me ya koordînasyonê, ji bo teşhîrkirina Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê, ji bo Tirkiyeyî, Kurdistanî, koçber û Ewropî li ber vê rewşê rabin, biryar da ku kampanyayeke nû bimeşînin. Ev kampanya bi tecrûbeyên kampanya 'Nebe hevparê sûc' ku di dawiya meha Cotmehê de qediya, tê meşandin. Em dixwazin hemû hêzên demokratîk ên li dijî faşîzmê û Rewşa Awarte ne, tevlî kampanyayê bikin."

Kampanya bi navê "Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê bisekinîne" di 23'ê Mijdarê de dest pê kir, wê heta kongreya damezrandinê ya HDK-Ewropa, heta 4-5'ê Sibata 2017'an bê meşandin.

Di daxuyaniyê de 7. Kongreya Giştî ya Jinan a HDK'ê û 7. Kongreya Giştî ya HDK'ê hatin silavkirin û hat gotin, "Hevberdevkê dema bihurî yê HDK'ê Birêz Ertûgrûl Kurkçu ji me re coşa 7. Kongreya Giştî ya HDK'ê ragihand.

Weke Koordînasyona HDK-Ewropayê, em 7. Kongreya Giştî ya Jinan a HDK'ê û 7. Kongreya Giştî ya HDK'ê silav dikin û dibêjin, van kongreyan di nava şert û mercên xweser ên îro de, têkoşîn derxistine asteke bilindtir."

Civîna dorê ya Koorînasyona Hewldana HDK-Ewropa wê di 25'ê Mijdarê de pêk were.