Hevserokê CDK-F Rustem Ozay diyar kir, divê Kurdên li Fransayê dijîn beşdarî 'Projeya malbata bira' bibin û got, "Têkoşîna li dijî hilweşandin û talanê, parçeyek ji berxwedanê ye. Divê em hebû bibin parçeyek ji vê berxwedanê."
Li dijî terora çeteyên Qesrê-AKP'ê yên li Kurdistanê û hilweşandina bajaran, tevlîbûna li nava projeya 'malbata bira' roj bi roj zêde dibe. Li gelek welatên Ewropayê kampanya hat destpêkirin. Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) jî kampanya da destpêkirin. Hevserokê CDK-F Rustem Ozay daxuyaniyek da û bang li Kurdên li vî welatî dijîn kir, ku destekê bidin vê projeyê.
'BERXWEDANEKE MEZIN HAT NÎŞANDAN'
Ozay bal kişand ser berxwedana Kurdan a li hemberî talankariya AKP'ê û got, "Gelê Kurd bi berxwedaneke mezin re teslîmî mêtîngeriya Tirk nebû." Ozay diyar kir, têkoşîna li hemberî birçîbûn-hilweşîn-talan û xizaniyê, qonaxa duyemîn a berxwedana xweseriya demokratîk e û got, "Eger hemû di vê qonaxa duyemîn a berxwedanê de cih bigirin, wê mêtîngerî careke din winda bike, gelê Kurdistanê jî wê bi ser keve. Gelê me yê welatparêz li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Hezex û Şirnexê li hemberî birçîbûn, tîbûn, hilweşîn û xizaniyê li ber xwe dide. Em jî weke Kurdistanî û dostên wan ên li Fransayê dijîn, bi ruhê mezin ê vê berxwedan û serketinê tevlî vê têkoşînê bibin."
'EM BEŞDARÎ KAMPANYAYÊ BIBIN'
Ozay da xuyakirin, ku Bakurê Kurdistanê ji bo azadiya tevahiya Kurdistanê têdikoşe û ev bang kir: "Silopiya, Cizîr û Sûr ji bo rûmeta me, ji bo azadî û şerefa me li ber xwe da, lewma malên wan hatin hilweşandin û talankirin. Em bi ruhê serketina Kobanê beşdarî kampanya 'Ji Cizîrê heta Sûre her der mala me ye. Bibe malbata dildar, birînên malbata bira bipêçe' û tevlî kampanya alîkariya madî ya Heyva Sor bibin. Em zarokên Kurd Bêrîvanan, Arjînan, Mazlûman, Zîlanan, Egîdan û Rûbaran rizgar bikin û polîtîkayên mêtîngerî, qirkirin û koçberkirinê yên dewleta AKP'ê pûç bikin. Bi vê armancê mirovên dixwazin tevlî kampanya 'malbata bira' bibin dikarin serî li navendên me yên civaka demokratîk bidin."