Ji Erdogan tehdît: Ezê bi zimanê ku hun fêm dikin biaxivim!
Ji Erdogan tehdît: Ezê bi zimanê ku hun fêm dikin biaxivim!
Ji Erdogan tehdît: Ezê bi zimanê ku hun fêm dikin biaxivim!
Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan di mîtînga xwe ya li Îskîtler a Enqereyê de çalakgerên Parqa Gezî tehdît kir. Erdogan peyamên dij çareseriyê da û got: “Ger wisa bidome, bila kes kusurê min nenêre, ezê ji zimanê ku hun fêm dikin, biaxivim. Sînorekî sebrê jî heye.
Erdgoan tevli mîtîngên Keçîoren û Îskîtlerê bû. Di axaftina Keçîorenê de Erdogan der barê CHP û lobîya Faîzê de sûcdarî kirin û îdia kir ku ji sedî 95’ê çalakgerên Parqa Gezî navê parqê nebihistine.
Erdogan wiha got: “Yên nerehet hene. Êrî çapemenî û desthilatdariya me dikin. Bi lobiya faîzê re dikin. Dibêjin borsaya Stenbolê têk çû. Ger borsa têk biçe, Erdogan di bin vê de namîne, hunê bimînin. Dema deynê IMF’ê dan jî wisa kirin. Mesele ne bûyera Parqa Gezi ye. Serokwezîrê vî welatî ne serokwezîrê lobiyane. Serokwezîrê vî welatî ne dengê bêdengane.
CHP QIRÊJIYE
Erdogan got çalakgerên Parqa Gezî CHP’ê nas nakin û got: “Ew çiyayê çopa CHP’ê nizanin. Ji ber ku zîhniyeta CHP’ê qirêjiye. Ew qirêjiya CHP’ê niznain. Ji ber vê ev zihniyet qirêje. Ev ji azadiyê fêm nakin.
Erdogan çalakgerên Geziyê jî tehdît kir û got: “Ev kes li ser pişta gel xwe derbas dikin. Kesên heqaretê li vî gelî dikin divê ev gel dersa wan bide. Divê hun dersa lobiya faîzê bidin. Ji ber vê j îtiştên pêwist yên bên kirinhene. Îsal kêz êde pere xerc kir. Lobiya Faîzê qezenc kir. Hunê kaniya van qut bikin.
Erdogan got; Ez rica dikim dawî li van çalakiyan bînin. Derdekî we hebe biçin cem şaredar, walî an ji wezareta çandê. Ger hun min dixwazin bên cem min. Lê wisa nedomînin. Li kusurê min nenêrin. Dawiya sebra min jî heye.”