Ji doza rojnamegeran 2 rojnameger hatin berdan
Ji doza rojnamegeran 2 rojnameger hatin berdan
Ji doza rojnamegeran 2 rojnameger hatin berdan
Ji doza çapemeniyê ya ‘KCK’ê’ rojnameger Irfan Bîlgîç û Fatma Koçak serbest hatin berdan. 20 rojnamegerên din jî nehatin berdan.
Di encama operasyona ku di bin navê “Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê” li ser saziyên çapemeniya Kurd pêkhatin, di derbarê 22 jê girtî 46 rojnamegeran de doz hate vekirin. Îro 6’mîn rûniştin li salona 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê dom kir.
Piştî ku dozger xwest hemû rojnamevan girtî bên ragirtin, heyeta dadgehê ji 22 rojnamegeran biryara berdan 2 rojnamegeran da. Ji rojnamegeran Irfan Bîlgîç û Fatma Koçak serbest hatin berdan, rûniştin jî taloqî 28’ê Cotmehê hate kirin.