Ji doza KCK’ê ya Mêrsînê 4 kes serbest hatin berdan

Ji doza KCK’ê ya Mêrsînê 4 kes serbest hatin berdan

Di rûniştina doza "KCK'ê" ya Mêrsînê de ku li Edeneyê pêk tê de 4 kes serbest hatin berdan.

15'emîn rûniştina doza "KCK'ê" ya Mêrsînê ya jê 4 kes girtî ya 37 kesan li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê pêk hat.

Di rûniştinê de Abdulrahman Demîr, Ercan Alp, Îsmaîl Çelîk û Tahîr ên girtî û parêzerên wan amade bûn. Di rûnşitinê de siyasetmedarên kurd daxwaza parastina kurdî kirin lê ji ber ku werger tune bû heyeta dadgehê daxwaza parastina kurdî red kir û xwest ku ji bo parastina kurdî bê kirin di rûniştina din de werger amade bibe.

Piştre heyeta dadgehê dema girtinê li ber çava girt û biryara tahliyeya 4 kesan da û runiştina taloqî 25'ê îlonê kir.