Ji doza 'KCK'ê ya Edeneyêde 4 girtî hatin berdan

Ji doza 'KCK'ê ya Edeneyêde 4 girtî hatin berdan

Rûniştina doza "KCK"ê ya Edeneyê ku 4 jê girtî 54 siyasetmedar tên darizandin pêk hat. Di rûniştinê de 4 siyasetmedarên girtî serbest hatin berdan.

Rûniştina 4 jê girtî 54 siyasetmedarên kurd ên ji doza KCK'ê ya Edeneyê ku di sala 2012'an de hatin girtin, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê pêk hat. Di rûniştinê de siyasetmedarên girtî Huseyin Ogaç, Fikriye Ozbay, Refîk Bayav û Sadrettin Argin û 16 siyasetmedarên serbest li salonê amade bûn.

Gelek xizmên girtiyan û parêzeran jî doz şopand. Rûniştinê bi xwendina îdîanameyan û dosyayan berdewam kir. Siyasetmedaran piştî xwendina îdîanameyan bi kurmancî û dimilî parastin kirin. Siyasetmedar Ahmet Tepe diyar kir ku ew tu wateyê nade girtina xwe û wiha got: "Ez nizanim ez çima li vir. Seyfettîn Aydemîr jî parastin kir û xwest serbest bê berdan.

Dozgerli gorî xala CMK 100/1'an xwest siyasetmedar neyên berdan. Pişti parastina siyasetmedaran heyetê navber da û têkildardî pakêta 4'an a Darazê der barê 4 siyasetmearan de biryara berdanê da. Siyasetmedarên girtî Huseyin Ogaç, Fikriye Ozbay, Refik Bayav û Sadrettin Argin serbest hatin berdan. Rûniştina doze taloqî 12'ê Îlonê kirin.