Ji Cenewreyê bo berxwedêrên Parka Gezî piştgirî

Ji Cenewreyê bo berxwedêrên Parka Gezî piştgirî

Çalakiya piştevaniya bi berxwedana Parka Gezî ya li bajarê Cenewre ye Swîsreyê pêkhat, eleqeyek mezin dît.KOmeleya Çanda Kurdan ya Cenewre, Navenda Çanda Elewiyan, IDHF, IGIF û saziyên Swîsreyî û komele tevlî çalakiyê bûn.

Piştî bûyerên bi berxwedana Parka Gezî ya Taksîmê destpê kirin, ji bo helwesta Hikumeta AKP’ê û tundiya polîsan protesto bikin, li navenda bajar li Place de Bel-Air çalakî hate li darxistin. Çalakiya ku zêdetirî 300 Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyî tevlîbûn, Partiya Keskan, Partiya Komînîst ya Cenewre, Partiya Komînîst ya Spanya, SolidariteS, UNIA, SSP, SIT, CETIM, IU, MPS, Gauche Anticapitaliste û Maison Populaire de Geneve jî piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de sloganên “Herder Taksîm, herder berxwedan”, “Ez jî talankerim”, “Erdogan îstîfa” qîriyan.