Ji bo Seydoyê li Brukselê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê

Ji bo Seydoyê li Brukselê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê

Ji kadroyên PKK’ê Mihemed Seydo (Zekeriya) yê Rojavayê Kurdistanê ku li paytextê Belçîka Brukselê jiyana xwe jidest da, Malbatên Winda û Şehîdan ya li Ewropayê (KOMAW) peyamek ya sersaxiyê weşand.

Mihemed Seydo (Zekeriya) yê Rojavayê Kurdistanê ku di sala 1993’an tevlî PKK’ê bû û ji 2005’an heta niha li Ewropayê dima, di 18’ê Nîsanê de li Brukselê jiyana xwe ji dest da. Di nava du salên dawî de ducaran ji dilê xwe hatibû emeliyat kirin.

Malbatên Widan û Şehîdan ya li Ewropayê (KOMAW) di peyama sersaxiyê de got: “Gelê Kurdistanê yê fedekar û tekoşîna azadiya ewladên wan, heya roja me ya îro jî bêy ku biraweste berdewam dike, yek ji hevalên me yê birûmet yê ku ev tekoşîn bi şêwazê jiyana xwe ya tejî tekoşîn, bi ked, hewildan û qehremantiyê heya roja me ya îro anî rêheval Zekeriyaye û windakirina rêhevalê me êşek mezin da me.”

Di peyamê de hate diyarkirin ku, “Rêhevalê Zekeriya di jiyana xwe ya tejî tekoşîn de seknek bibiryar nîşanda, hemû xebat, erk û berpirsyartiyên girtine ser milê xwe bi hêjayî aniye cih.  Şêwazek fedekar yê jiyanê ji xwe re kir rêgez, girêdana bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tekoşîna azadiya Kurd û gelê Kurd heya dawiya temenê xwe jî berdewam kir. Li ser navê KOMAW sersaxiyê li malbat, rêheval û gelê Kurd yê welatparêz didin, em soz didin ku bîranîna rêheval Zekeriya di tekoşîna xwe de bibîn jiyan kirin.”

Sibe dê di demjimêr 12.00’an de li komeleya Kurdan ya li Liegeyê merasimek bê li darxistin. Koordînasyona Civaka Demokratîk ya Kurdan ya li Ewropayê (CDK), ji bo merasima ku dê li “Rue de Porto 132, 4020 Liege”yê pêkbê banga tevlîbûnê kir.