Ji bo rojnamevanan piştgiriya navneteweyî
Ji bo rojnamevanan piştgiriya navneteweyî
Ji bo rojnamevanan piştgiriya navneteweyî
Rûniştina doza xebatkarên saziyên çapemeniya kurd bi xwendina îdîanameya dosyaya bi dozê ve hate lêzêdekirin berdewam dike. Rojnameger, nûnerên rêxisitnên sivîl û parlementerên ji bo dozê bişopînin ji Ewropayê hatin daxuyanî dan û darizandina rojnamegeran şermezar kir û diyar kirin ku dê di vê mijarê de li Ewropayê xebatan bimeşînin.
4'emîn rûniştina doza xebatkarên saziyên çapemeniya kurd ên ku di operasyona bi navê "KCK'ê" de di sala 2011'an de tên darizandin a jê 26 girtî ya 46 kesan li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam dike. Di rûnşitinê de îdîanameya derbarê Mîkaîl Baruk û Îsmet Kayhan hate xwendin. Di îdîanameyê de hevdîtinên telefonê weke delîl pêşkêş kirin. Hevdîtinên telefonê yên têkildarî belavkariya rojnameyan weke "hevdîtinên rêxistinî" hatin nirxandin.
Piştî navberê rojnamegerên ji Ewropayê hatin li ber salona rûniştinê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ewil Berdevkê Demê yê Konseya Çapemeniyê û Platforma Azadiya Rojnamegeran Kaan Karcilioglu axivî û diyar kir ku rojnameger, wekîl ên ji bo dozê bişopînin ji Ewropayê hatin dê çavdêrî û xebatên xwe bikin.
'EM DARIZANDINA ROJNAMEGERAN ŞERMEZAR DIKIN'
Nûnerê Rojnamegerên Bêsînor (RSF) Johann Bîhr, diyar kir ku ji ber ew dozê dişopînin keyfxweş in û wiha got: "Em li vir ji bo hempişeyên xwe têkoşînê didin, keyfxweş in. Ji bo ev zext û girtin bi dawî bibin em dê xebatên xwe bidomînin. Di lêkolînên me li 178 welatan kirin de Tirkiye di azadiya rojnamegeran de di rêza 104'an de cih girte. Tirkye welatê herî zêde rojnameger lê girtî ye." Rêveberê Sendîkaya Rojnamegerên Elman Joachîm Legotîs jî wiha got: "Ji bo xebatên rojnamegeriyê bi awayekî azad bên kirin em xebatan dikin. Em hempîşeyên me wisa tên darizandin qebûl nakirin û vê yekê şermezar dikin."
'LI EWROPAYÊ YA JI DESTÊ ME TÊ EM DÊ BIKIN'
Parlementerê Partiya Keskan a Belçîkayê Jean Claude Defusse jî wiha got: "Em îro ev rûniştin şopand û teqez em vê yekê qebûl nakin. Em dê li Ewropa ya ji destê mê bikin." Wekîlê Partiya Humanîst a Demokrat a Navendî Andre du Bus de Warnaffe jî wiha got: "Li senatoyê em giştînameyek îmza kir. Girştinameya me amade kir ji bo rojnameger bi awayekî azad pişteya xwe bikin e. Armanca me ew e ku zextên li ser rojnamegeran bên astengkirin e." Parlementerekî din ê Belçîkayê Fatoumata Sîdîbe jî wiha got: "Em îro hatin me guhdar ki û em şermezar dikin. Dema em vegeriya welatê xwe em dê vê yekê bêjin." Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî wiha got: "Rûnştina rojnamegeran ji roja ewil heta niha dişopînin. Divê li her derê cîhanê azadiya çapemeniyê hebe."
Li aliyê din dema li ber salonê daxuyanî dihate dayîn leşkeran got li vir daxuyanî nayê dayîn û hewilda qemerayên rojnamegeran bigire.
Rûniştin bi xwendina îdîanameyê berdewam dike.