Ji bo piştgiriya bi girtiyan re, greva birçîbûnê hat dest pê kirin

Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê ya ku kete roja 42’emîn, Rêxistina Bajara Îzmîrê ya DBP’ê dest bi greva birçîbûnê ya rojekê kir. Di çalakiyê de ji bo piştgiriya girtiyan bang hate kirin.

Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, ablûkayên li ser gundên Kurdistanê werin rakirin û li girtîgehan binpêkirinên mafan bi dawî bibin hatibû dest pê kirin, kete roja 42’emîn. Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan, Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya DBP’ê li avahiya bajêr, greva birçîbûnê ya ji bo rojekê da dest pê kirin.

Ji xeynî endamên DBP’ê, Dayîkên Aştiyê, Înîsîyatîfa Piştgiriya bi Zindanê re, Komeleya Elewiyan a Demokratîk û Tevgera Jinên Azad beşdarî çalakiyê bûn. Pankarta “Êdî bes e ji tecrîd û îşkenceyê, destê xwe ji ser îradeya min rake” hate vekirin û çalakvanan êleg li xwe kirin yên ku li ser wê “azadiya we, azadiya me ye” hatiye nivîsandin.

Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Suleyman Gunduz derbarê greva birçîbûnê axivî û diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi salan e îşkence û pêkutî didomin û got ku, bi taybetî jî li ser Rêzdar Ocalan tecrîdeke giran heye. Gunduz bal bir ser vî tiştî ku, girtî ji ber van pêkutiyan li Şakran û girtîgehên din dikevin greva birçîbûnê û got, “Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Şakranê kete roja 42’emîn. Jiyana wan kesan hatiye rewşa krîtîk. Em jî ji bo ku pêkutiyên li ser girtîgehan bi dawî bibin, me dest bi greva birçîbûnê ya ji bo rojekê kir.  Heta ku daxwaz û xwestekên girtiyan bi cih werin, em ê piştgiriya wan bikin.”